21:39 21 Çile 2018
Zindî
    Yuliya Samoylova

    EBU: Rûsya di Eurovisionê de tuneye

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 61

    Yekîtiya Weşanên Ewropa (EBU) ji televîzyona Russia Todayê (RT) re nameyek şand û ragihand ku Rûsya di pêşbirka mûzîkê ya Eurovisiana 2017an li Kieva Ûkraynayê de tuneye.

    Yekîtiya Weşanên Ewropa (EBU) bi şêweyekî fermî ragihand ku wê Rûsya tevlî pêşbirkên mûzîka Eurovisiona 2017an li Kieva Ûkraynayê nebe.

    EBUyê di nameya xwe ku ji RTyê re şand ragihand ku piştî ku rêvebiriya Kieve nûnera rûsî Yuliya Samoylova bi fermî ketina wê ya Ûkraynayê qedexe kir, EBUyê xwest çareseriyeke bibîne û du alternatîf pêşkêşî kanala Perviyê ya Rûsyayê kirin. Yek jê weşana bi vîdyo û ya din jî şandina stranbêjeke din.

    EBUyê di berdewamiya nameya xwe de got: "Mixabin herdu pêşniyar jî ji terefê Rûsyayê ve nehatin qebûlkirin û niha dibêjin em dixwazin pêşbirka Eurovisionê biweşînin. Mixabin ev jî tê vê wateyê ku îsal dê Rûsya tevlî pêşbirkan nebe. Me dixwest tevahiya 43 welatan tevlî bibin û ji bo vê armancê tiştê ji destê me hat me kir.

    Berdevkê Konseya Çavderî ya Eurovisionê Dieter Freiling qedexekirina Yuliya Samoylova şermezar kir û got: "Ev qedexe yekbûna Eurovisionê û mîsyona reqabeta dostanî ya navbera hemû gelan têk dibe."

    Bi heman mijarî:

    Yuliya Samoylova di Eurovisionê de wê Rûsyayê temsîl bike
    Rûsya guh nade Kievê ya daxwaza guherîna stranbêja Eurovisionê
    Ukraynayê beşdarbûna Rûsyayê bo Eurovisionê asteng dike
    Ûkraynayê derbasbûna nûnera Rûsya ya pêşbirka Eurovisionê qedexe kir
    Stranbêjê herî ciwan ê Eurovisionê li Rûsyayê hatiye dinê
    Etîketan:
    Pêşbirka mûzika 2017an a Eurovisionê, Berdevkê Konseya Çavderî ya Eurovisionê, Dieter Freiling, Yuliya Samoylova, Rûsya, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de