10:19 20 Çile 2018
Zindî
    Gennadiy Gatilov

    Rûsya: Bila êrişa Amerîka ya Sûriyeyê were vekolandin

    © Sputnik/ Evgeny Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 40

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatîlov di axaftina xwe de ragihand ku bila êrişa Amerîka ya baregeha Şayratê were vekolandin.

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatîlov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku bila êrişa Amerîka ya baregeha Şayratê ji aliyê hinek nûnerên ku tenê ji rojavayiyan pêk neyê ji terefê mîsyoneke navmeteweyî were vekolandin.

    Gennadiy Gatîlov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bûyerên ku li Idlibê qewimîn divê bi hurgilî û bi awayekî bê teref were vekolandin. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) dikare vê lêkolînê bike. Pêşnûmaya ku me pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY)vê armanc dike. Di pêşnûmayê de jî tê gotin divê lêkolîn ji aliyê kes û mîsyoneke bêteref û bilez we were vekolandin."

    Gatîlov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Mîsyoneke wiha ne tenê bûyera Idlîbê bila êrişa Amerîka ya baregeha Şayrata Sûriyeyê jî vekolîne. Divê ew misyon bikaribe xwe bigihîne hemû herêmên Sûriyeyê. Ji bo ku Idlib di destê El Nûsrayê de li wir hinek zahmetî hene. Em nizanin gelo El Nûsra wê destûra mîsyoneke wiha bide cihê gumanê ye."

    Bi heman mijarî:

    Gatîlov: "Daxwaza me ji Tirkiyeyê ku li Sûriyeyê roleke erênî bilîze"
    Gatîlov:'Tirkiye, li Cenevreyê roleke wêrankerî dilîze'
    Rûdskoy: ‘Êrişên mîlîtanan ya piştî êrişa Amerîkayê yên li Sûriyeyê hatin pûçkirin'
    Serbazê sûrî: Sedema êrişa Amerîkayê ne Îdlîb bû Îsraîl bû
    Wezîrê Derve yê Almanyayê: "Êrişa Amerîkayê tê fêhmkirin
    Etîketan:
    Êrişa Amerîka ya li dijî Sûriyeyê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Gennadiy Gatîlov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de