06:40 28 Gulan 2018
Sergey Lavrov

Rûsya: Nêzîkbûna Amerîkayê ya ji bo çareseriya aştiyane hêviyê dide

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 51

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da xuyakirin, digel rewşên nexweş jî nêzîkbûna Amerîkayê ya ji bo çareseriya siyasî ya aştîyane li Sûriyê hêviyê dide.

Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûalim re, li ser hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson da xuyakirin, "Ligel rewşên nehênî yên van rojên dawî jî nêzîkbûna Tillerson a nebûna alternatîvekê ji bilî çareseriya siyasî li Sûriyê, hêviyê dide."

Lavrov li ser êrîşa Amerîkayê ya bi moşekan jî da zanîn ku ew li ser dubere nekirina êrîşên moşekan gihîştine heman nêrînê.

Wezîrê Rûsî ragihand ku ew dê ji bo lêkolînkirina îdiayên êrîşa kîmyewî ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve bi israr bin.

Lavrov herwiha bal kişand ser pêvajoyên Astana û Cenevê û got, girîng e ku destûra têkbirina hewildanên çareseriya siyasî neyê dayîn.

Bi heman mijarî:

Barzanî li Hewlêrê bi Wezîrê Derve yê Îraqê Caferî re civiya
Lavrov: Pêşveçûna di mijara çareseriya Sûriyeyê de xweşê hemû kesan naçe
Leşkerê Amerîkî li Încirlikê mirî hat dîtin
Esad: Dem çênebû Rûsya me ji bo êrîşa Amerîkayê hişyar bike
DAIŞê ji sê aliyan ve êrişî çeperên HSDê kir
Etîketan:
Sûriye, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de