02:21 18 Tebax 2017
Zindî
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin- İran Cumhurbaşkanı Hasan Ruhani

    Pûtîn û Rûhanî: Binpêkirina hiqûqa navnetewî ya DYAyê nayê qebûlkirin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1520

    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li ser daxwaza Îranê bi rêya telefonê hevdîtineke telefonê pêk anîn û diyar kirin ku binpêkirina hiqûqa navnetewî a DYAyê nayê qebûlkirin.

    Buroya çapemeniyê a Kremlînê derbarê hevdîtina Pûtîn û Rûhanî de daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê de got: "Herdu lîder rewşa Sûriyeyê nirxandin, diyar kirin ku binpêkirina hiqûqa navnetewî a DYAyê û êrişa wê ya bi ser Sûriyeyê nayê qebûlkirin. Herwiha Pûtîn û Rûhanî destnîşan kirin ku ji bo îdiaya ku li Idlibê çekên kimyewî hatine bikaranîn divê lêpirsînek bêalî û objektîf bê kirin."

    Di dewama daxuyaniyê tê destnîşankirin ku divê aloziya Sûriyeyê bi rêya siyasî û dîplomatîk ve bên çareserkirin û wiha tê gotin: "Pêvajoya peymanên ku piştî serdana Ruhanî a di 27-28ê Adarê de hatin  kirin, hate nirxandin. Herdu aliyan bal kişandin ser xalên girîng ên hevkariyê û diyar kirin ku bi aştî û aramiya Rojhilata Navîn ew amade ne ku hevkariya xwe zêdetir bikin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn peyama sersaxiyê ji Qralê Swêdê re şand
    Pûtîn ji bo Sûriyeyê bi Encûmena Ewlekariya Rûsyayê re civiya
    Kremlîn: Pûtîn êrişa Amerîka ya Sûriyeyê weke êrişbaziya dewleta desthilat bi nav kir
    Dibe ku Trump bi Pûtîn re mijara Idlibê biaxive
    Etîketan:
    HEVKARIYA ÎRAN Û RÛSYAYÊ, binpêkirina mafan, hesen rûhanî, vladîmîr pûtîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de