22:09 17 Tebax 2017
Zindî
    Alaya Sûriyê û  Beşad Esad

    Rûsyayê Amerîka bi sabotekirina hevdîtinên aştiya Sûriyê tawanbar kir

    © REUTERS/ Omar Sanadiki
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4321

    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev, ji ber gotinên ‘Heta Esad li ser kar be, çareseriya siyasî nepêkan e’ Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley bi sabotekirina hevdîtinên aştiyê sûcdar kir.

    Kosaçev li ser rûpela xwe ya Facebookê wiha nivîsand: "Gotinên Nikki Haley hewildanên civaka navdewletî yên destpêkirina gotûbêjên rasterast ên navbera muxalîfan û hikûmeta Sûriyê yekser sabote dike. Ev gotinên Amerîkayê hem ji aliyê muxalîfên nermrê hem jî ji aliyê muxalîfên çekdar ve dê bê xwendin. Wê çûna xwe ya Astana û Cenevreyê bidin lêpirsînê."

    Haley gotibû, heta Esad li ser kar be çareseriyeke siyasî di krîza Sûriyê de ne pêkan e.

    Bi heman mijarî:

    Li Reqqayê 5 zarok û 4 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    Li Kilîseyeke bajarê Tanta yê Misrê teqîn
    Piştî Swêd li Norwecê jî alarma terorê
    'YNK dixwaze kongreya 4an saz bike, lê kesek newêre bibe namzed'
    Balona geştiyaran ket: 1 mirî 20 birîndar
    Ji Trump bo Kongresê: Em li Sûriyê ji bo çalakiyên din ên leşkerî amade ne
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de