11:05 20 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Konseya Polîtîkaya Derve û Parastinê ya Civaka Sivîl, Fyodor Lukyanov

    Pisporê Rûsî: Enqereya ku DYA ji bo Kurdan rexne dikir, piştgiriya Washingtonê dike

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10132

    Serokê Konseya Polîtîkaya Derve û Parastinê ya Civaka Sivîl, Fyodor Lukyanov ji medya Rûsî re ragihand, ‘Hîn li Sûriyê lîstika mezin a siyasî bidawî nebûye. Divê Rûsya li ser mijara Sûriyê gelekî bi baldarî tevbigere. Lewra hîn Amerîkîyan li ser Sûriyê biryarek nedane.’

    Fyodor Lukyanov bi bîr xist ku Enqere piştgiriyê dide lêdana Bargeha Asmanî ya Şayratê ji aliyê DYAyê ve û got, ‘Enqerê berî niha Amerîka bi piştgiriya Kurdan rexne dikir.'

    'TIRKIYÊ BILEZ PIŞTGIRÎ DA ÊRÎŞA AMERÎKAYÊ'

    Lukyanov mijar ji medya Rûsî re wiha nirxand: "Piştî vê êrîşê rewşeke zelal derket holê. Dê ev rewş pêwendiyên me yên bi welatên herêmê re jî zelal bike. Wek nimûne Tirkiyê bilez bi awayekî cidî piştgirî da êrîşê. Tirkiyê berî niha rexne li gavên Amerîkayê yên ji bo Kurdan dikir. Enqerê berevajî wan rexneyan piştgirî da êrîşa Amerîkayê."

    'DIVÊ RÛSYA LI SER PARTNERIYA ENQERÊ BALDAR BE'

    Lukyanov piştî êrîşa Şayratê, li ser pêwendiyên Rûsyayê yên bi Tirkiyê re jî wiha got: "Vê yekê ev derxist holê: Berî ku em pêwendiyên xwe ligel Tirkiyê li ser xeyalan ava bikin, divê em Enqerê wekî partnerekê baş binirxînin û baldar bin."

    'AMERÎKAYÊ HÎN JI BO SÛRIYÊ BIRYARA XWE NEDAYE'

    Pisporê Rûsî herwiha destnîşan kir ku nediyar e dê Washington piştî vê çi gavê bavêje û wiha domand: "Wekî Rûsya divê em pêşî vê fahm bikin: Li Sûriyê rewş dûrî çareseriyê ye. Lewra Amerîkiyan hîn li ser Sûriyê biryara xwe nedane. Pêwîst e em li bendê bin ku Amerîka dê polîtîkaya xwe çawa formule bike û gavên lez neavêjin. Vê kêliyê Rûsya li Sûriyê gelekî baldar e, gavên mantiqî diavêje û ev gav jî encamên berhemdar bi xwe re tînin."

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Baştirîn çareserî referandûm e’
    Artêşa Iraqê: 512 milîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Li navçeya Şêrvan a Sêrtê teqîn: Zarokek hat kuştin û yek jî birîndar bû
    Slutskiy: Nehatina Johnson bandorê li têkiliyên Moskow û Londrayê nake
    Sibê PDK û YNK mijara referanduma Kurdistanê dicive
    Lavrov û Tillerson êrişa Amerîka ya Şayratê axivîn
    Hejmara kuştiyên sivîl ên bajarê Reqqayê ku koalîsyonê bombebaran kiribûn gihîşte 20an
    Etîketan:
    Amerîka, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de