16:40 18 Hezîran 2018
Rusya Başbakanı Dmitriy Medvedev

Medvedev: Hat dîtin ku Trump dikare bi hêrs şerê hikumeta Sûriyeyê bike

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
Êrîşên DYAyê li ser Sûriyeyê (39)
0 20

Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtriy Medvedev, êrişa DYAyê a bi ser Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku, Serokdewletê DYAyê Donald Trump nîşan da ku ew çawa dikere bi awayekî hêrsbûyî şerê hikumeta meşru a Sûriyeyê bike.

Medvede li ser  malpera xwe ya Facebookê de got: "Rêvebiriya Trum li şûna ku şerê hevpar ê dijminê sereke DAIŞê bike, nîşan da ku bê ew çawa dikare bi awayekî hêrsbûyî şerê hikumeta meşru a Sûriyeyê bike. Di êrişê de normên hiqûqê ên navneteqî hatin îxlalkirin û bêyî destûra Neteweyên Yekbûyî hate pêkanîn. Herwiha di Kongreya DYAyê de ji bo operasyona li hember baregehek leşkerî a ku ti eleqa wê bi êrişeke li hember DYAYê re tune ye jî, ti agahî jî nehate dayîn."

‘JI ŞER RE HINDIK MAYE'

Medvedev amaje kir ku ji şerê Rûsya û DYA re hindik maye.

‘SÎNORÊ EDEBÊ HEYE'

Medvedev diyar dike ku:" Ti kes wadên xwe yên beriya hilbijartinan mezin nake lê sînorek edebê heye. Ji bo têkiliyên me yên bi temamî xirab bûye rewşeke xembar e. Ev yek pişta terorîstan xurt dike."

Mijar:
Êrîşên DYAyê li ser Sûriyeyê (39)

Bi heman mijarî:

'Êrîşa Amerîkayê ya Şayratê hewldana avakirina dewleta kurd e'
Şam: Êrîşa DYAyê ehmeqane û bêberpirsane bû
4 jê zarok, 9 sivîl di êrîşa DYAyê de hatin kuştin
Enqere: Êrîşa Amerîkayê bi ser Sûriye de watedar e
Etîketan:
êrişa dyayê, êrişa moşekî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de