08:16 27 Gulan 2018
Ekbercan Celilov

‘Çalakvanê St. Petersburgê berî çalakiyê çûye Tirkiyeyê'

© Foto : vk.com
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku Rûsya hewl dide ku gumanbarê êrişa metroya Saint. Petersburgê Ekbercan Celilov ku berî êrişê derbasî Tirkiyeyê bûye û xwestiye ji wir here Sûriyeyê serast bike.

Li gorî çapameniya rûsî ku dispêrê çavkaniyekî û ragihandiye ku Ekbercan Celilov di meha sibatê de çûye Kirgizistanê û ji wir jî derbasî Tirkiyeyê bûye û ji wir jî çûye sînor ji bo ku derbasî Sûriyeyê bibe. Di vê babetê de hinek agahî hene."

Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Celilov li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê ji terefê hêzên ewlehî ve tê binçavkirin, wî dersînor dikin û dişînin Rûsyayê. Lêpirsvanên rûsî niha vê agahiyê vedikolînin."

Ekbercan Celilov di trêna metroya Saint Petersburgê ya Rûsyayê de êrişeke xwekujî pêk anî bû û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Herwiha piştî êrişa xwekujî li îstasyoneke din a metroyê teqemeniyeke ku DNAya Celilov li ser bû hatibû dîtin û teqemenî ji terefê hêzên ewlehî yên pispor ve bi kontrol hatibû îmhakirin.

Bi heman mijarî:

Li St. Petersburgê di avahiyekê de teqemenî hat dîtin
Metroya St. Petersburgê ji ber ixbara bombeyê hat girtin
Li Petersburgê 6 kesên ku milîtan ji grûbên terorîst re berhev dikirin hatin binçavkirin
Li mala êrîşkarê St. Petersburgê lêgerîn hat kirin
Roniyên kûleya Eyfelê ji bo Petersburgê hatin vemirandin
Etîketan:
Êrişkarê metroya St. Petersburgê, Ekbercan Celilov, St. Petersburg, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de