08:09 23 Gulan 2018
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Ji bo ku me cejna APyê xera kir, ez xemgîn im

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi awayekî qerfî pêşwaşî li ricaya Associated Press (АР) kir, ku tê de dihat xwestin tomara telesekreter a ji bo nûnertiyên dîplomatîk ên Rûsî hatiye amadekirin, were piştrastkirin ku henek e.

    Zaxarova li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek weşand û di peyama xwe de got, "Di roja 1ê Nîsanê de di saet 3yê roj de rojnamegerên Associated Pressê telefonê Daîreya Ragihandin û Çapemenî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê kirin û rica kirin ku ‘bila tomara telesekreterê bi awayekî fermî were piştrastkirin ku henek e'. Ji bo kum e cejna APê xera kir, ez xemgîn im. Bêguman wan pîrozbahî li dar dixsitin."

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li ser hesabê xwe yê Facebookê ji ber 1ê Nîsanê bi navê ‘Telesekretera ji bo nûnerên dîplomatîk ên Rûsî' weşandibû. Di tomarê de hatibû gotin ku, "Ger hûn dixwazin li rikberên siyasî yên dîplomatên me bigerin 1ê, ger hûn dixwazin ji xizmetên hackerên Rûsî sûdê wer bigirin 2yê, di mijara midaxeleya hilbijartinan de jî 3yê bitikînin û li bende destpêkirina kampanyaya hilbijartinê bin."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Welatên Rojava li hemberî xwepêşandana li Parisê bêdeng man
    Zaxarova: Dewletên rojavayî li himberî xwenîşandanên li Parîsê bêdeng man
    Zaxarova: Mueyîdeyên nû yên Amerîkayê bi gotinên dijterorê re dikevin nakokiyê
    Zaxarova: ‘Ji bo Ewropayê dema çarenûsê hatiye'
    Zaxarova: Ti şika me tune ye ku balafirên DYAyê li terorîstên El Cînahê da ye
    Zaxarova: Biryara YE ya dirêjkirina mueyîdeyan cihê xemgîniyê ye
    Etîketan:
    Ajansa APê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de