02:15 22 Sibat 2018
Zindî
    Wezareta Derve ya Rûsyayê

    Rûsya: Gotinên Tillerson ên ‘Êrîşkariya Rûsî’ em şaşmayî hiştin

    © AFP 2018/ / Alexander Nemenov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 60

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya nirxandina li ser civîna encamnameya Konseya Rûsya-NATOyê de, bersiv da gotinên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson.

    Wezaretê gotinên Tillerson ên ‘Êrîşkariya Rûsyayê' wek bêbextî nirxand û ew bi wan gotinan şaşmayî bûne.

    Wezaretê rexne li tevgerên NATOyê girt û da xuyakirin, ‘Ti diyardeyeke ku NATO vegere hevkariya pratîk xuya nake.'

    'AMERÎKA Û HEVALBENDÊN XWE LI SÎNORÊ RÛSYAYÊ HÊZÊN XWE ZÊDE DIKIN'

    Wezareta Rûsî bal kişand ser ku hevalbendiya NATOyê li ser rêbazên berê israr dike û Amerîka û hevalbendên xwe hebûna xwe ya leşkerî bi hinceta ‘Geflêkirina Rûsyayê' li sînorên me zêde dike.

    'NATO BI DOGMAYÊN ÎDEOLOJÎK TEVDIGERE'

    Wezaretê di daxuyaniyê de NATO bi tevgerîna li gor dogmayên îdeolojîk tohmetbar kir û got, ‘Heger bê xwestin ji bo dabînkirina ewlehiya Ewropayê dikarin şansekê bidin.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyeyê Rûsya 11 Tirkiyeyê jî 15 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Amerîka: Li şûna Esad divê em li ser DAIŞê biwestin
    Demirtaş û Zeydan greva birçîbûnê bidawî kirin
    Ji Tillerson bo NATOyê: Xercîneyên parastinê zêde bikin
    Li Edeneyê xwepêşandan û daxuyanî hatin qedexekirin
    Etîketan:
    Tillerson, Amerîka, Rûsya, NATO, Ewropa, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de