14:02 18 Sibat 2018
Zindî
    Sûriye

    Li Sûriyeyê Rûsya 11 Tirkiyeyê jî 15 binpêkirinên agirbestê tespît kirin

    © AFP 2018/ Vasily Maximov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13

    Wezareta Parastin a Rûsyayê daxuyand ku di 24 saetên dawî de li Sûriyeyê Moskowa 11, Tirkiyeyê jî 15 binpêkirinên agirbestê tespît kirine.

    Li gorî agahiyên li ser sîteya înternetê ya Wezareta Parastin a Rûsyayê beşa rûsî ya Komîsyona hevpar a Tirkiye-Rûsyayê di 24 saetên dawî de li Şamê (6), Lazkiyeyê (2), Dera (2) û Hamayê (1) bi tevahî 11 car binpêkirinên agirbestê tespît kirine. Beşa komîsyonê ya Tirkiyeyê jî li Hamayê (4), Îdlîb (4), Şamê (2), Dera (2), Lazkiyeyê (2) û Humsê (1) car, bi tevahî 15 car binpêkirinên agirbestê tespît kirine. Beşa Rûsyayê destnîşan kir ku tespîtên Tirkiyeyê ya binpêkirinên agirbestê piştrast nekirine.

    ‘4 HERÊMÊN DIN BEŞDARÎ AGIRBESTÊ BÛN'

    Navendê şopandina agirbestê da zanîn ku li herêma Derayê 4 herêm jî, beşdarî peymana agirbestê bû ne û hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûne gihîşt hezar û 419an.

    Hate ragihandin ku hevdîtin bo agirbestê bi komên muxalîfên li herêmên Haleb, Şam, Hama û El Kuneytrayê dewam dike, lê hejmara muxalîfên ku beşdarî agirbestê bûne jî ne guheriye.

    Daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Artêşa Sûriyeyê 2 hezar û 204 kîlometrokarê ji destpêka salê heta niha erd hatine azadkirin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Me balafira şer a Îsraîlê avêt xwarê
    Artêşa Sûriye û ASA, li Himsê li hev kirin
    Fermandarê amerîkî: "Me dîrektîfa ku li Sûriye herêma ewle ava bikin negirtiye"
    Putin, payeyên generalên ku di krîza Sûriye de xwedî rolên giring bûn bilind kir
    Sûriye: Em hêvî dikin kêşeya hebûna Artêşa Tirkiyeyê bi rêyên dîplomatîk çareser bibe
    Şoygu: "Di navbera artêşa Sûriye û muxalifên nerm de pevçûn bi dawî bûn"
    Etîketan:
    înternet, sîte, binpêkirin, agirbest, Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de