16:53 25 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Rûsya: Divê mudexale li karên navxweyî ya Venezuellayê neyên kirin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 20

Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê li hemberî mudexaleya karên navxweyî yê Venezuellayê derket û ji bo krîza li welêt bangî diyalogê kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Mariya Zaxarova bertekên Amerîkayê ya bo geşadanên li Venezuellayê rexne kir û got: "Hêzên derve bi çalaki û daxuyaniyên xwe krîza li Venezuellayê zêde nekin. Em di baweriya ku rêzik neyên îxlalkirin û mudexaleya karên navxweyî ya welatên sêyemîn tine be."

Zaxarova eşkere kir ku mantiqa diyalogê li hember mantiqa şer bi serbikeve, gelek girînge.

ÇI BIBÛ?

Li yek ji welatên Amerîkayê Navîn Venezuellayê Dadgeha Bilind desthilatiya meclîsa ku piranî ji muxalefetê pêk tê standibû.

Serokê Meclîsê Borges biryarê wek derbeya hikûmetê bilêv kiribû û bangî protestoyê kiribû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner destnîşan kiribû ku biryara Dadgeha Bilind ji aliyê demokrasiye ve têkçûnekê cidî ye û geşadanê jî wek bidestxistina desthilatdariyê ye.

Bi heman mijarî:

Maduro xwest ku CNN International terka Venezuellayê bike
Serokdewletê Venezuellayê Maduro, hate Tirkiyê
Pûtîn peykera Chavez diyariyê Venezuellayê kir
Ji serokê Kuba û Venezuellayê bo ‘mûdaxeleya Amerîkayê' hişyarî
Etîketan:
têkçûn, navxweyî, mudexale, Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de