01:53 25 Hezîran 2018
Firingî

Rûsyayê zêdetirî toneke bacanên sor ên Tirkiyeyê îmha kirin

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 70

Ajansa Kontrolkirinê ya Berhemên Zeviyên Rûsyayê (Rosselhoznadzor) li bazareke bajarê Saratovê zêdetirî tonekê bacanê sor hatin îmhakirin.

Di daxuyaniya Rosselhoznadzorê de hat ragihandin ku li bazareke bajarê Saratovê zêdetirî toneke bacanê sor ên ku ji nivîsên li ser qaseyên wan dihatin zanîn ku ji Tirkiyeyê hatine, hat îmhakirin. Li gorî daxuyaniyê hat diyarkirin ku ew bacanên sor ên ku hatiye fêmkirin di ser Belarusê re hatine û hat gotin ku firmaya ku wan bacanên sor kirîne belgeyên paqijiyê yên pêwîst pêşkeşî saziyên Rûsî nekirine.

Di rojên borî de jî 475 kîlo bacanên sor ên ku bi rêyên qaçaxî ji Tirkiyeyê anîbûn, ji ber zirarê didin tenduristiyê, hatibûn îmhakirin.

Bi heman mijarî:

‘Ji bo rakirina qedexeyên kirîna sebze û fêkiyan ewlehî şert e'
Tirkiyeyê 3 hezar û 500 ton mêwe şand Qirimê
Îran amadeye ku bi milyonan zebze û mêwe bifroşe Rûsyayê
‘Bi vebûna bazara rûsî re, hinardeya sewze û mêwe bi lez zede bû'
Etîketan:
bacanê sor, îmhakirin, Saratov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de