22:10 20 Hezîran 2018
Li Moskowê odeyeke veşartî hat dîtin

Li Moskowê odeyeke veşartî hat dîtin

© Şaredariya Moskowê
Rûsya
Lînkê kurt
0 22

Li navenda bajarê Moskowê yê paytexta Rûsyayê di bin Dîwarê Kitay-Gorodê de odeyeke veşartî hat dîtin.

Di daxuyaniya li ser malpera Şaredariya Moskowê de hat ragihandin ku li bajêr di bin Dîwarê Kitay-Gorodê de odeyeke veşartî hatiye dîtin. Yek ji rêvebera bajêr Irina Levina di daxuyaniya xwe ya ji bo Sputnikê de diyar kir ku ev ode wextekê wek firoşgehekê dihat bikaranîn. Li gorî Levinayê dibe ku ev odeya di dema şer de wekî asêgehekê jî hatibe bikaranîn.

‘DIBE KU WEKÎ LODEKÊ JÎ HATIBE BIKARANÎN'

Ji aliyê din ve serarkeologê Moskowê Leonid Kondraşev jî di odeyê de ji bo dengê li aliyê din jî were bihîstin, pergala akustîkê heye û got dibe ku ev odeya wekî lodekê jî hatibe bikaranîn.

Ev odeya veşratî ya ku ji bo arkeologan kifşeke mezin e, di çarçoveya projeya bi navê ‘Moya Ulitsa' (Kolana min) ya ku ji bo berfirehkirina qadên giştî tê meşandin de hat dîtin. Di çarçoveya projeye de li herêmên Lubyanka û Novoyayê de 150 berhemên arkeolojik ên ji sed salên 16 û 19emîn mane, hatin dîtin.

Bi heman mijarî:

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Moskowê ye
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Johnson, serdana xwe ya Moskowê taloq kir
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Laibi wê biçe Moskowê
Mahmûd Abbas 11ê Gulanê diçe Moskowê
Rûsya li ser serdana Tillerson a Moskowê dixebite
Lavrov li Moskowê li ser dîwarekî hate nexşkirin
Wezareta Derve ya rûsî bangî Balyozê Îsraîlê yê li Moskowê kir
Etîketan:
odeya veşartî, serarkeologê Moskowê, Şaredariya Moskowê, Leonid Kondraşev, Irina Levina, Moskow
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de