15:53 24 Hezîran 2018
Aleksey Puşkov

Puşkov: Peyvên Tillerson nîşan dide ku Amerîka hêza Esad qebûl dike

© Sputnik / Vladimir Fedorenko
Rûsya
Lînkê kurt
0 30

Senatorê rûsî Aleksey Puşkov peyvên Tillerson ku gotibû ‘divê gelê Sûriyeyê biryara pêşeroja Esad bide' şîrove kir û ragihand ku ev nîşaneya ku Washîngton hêza Esad qebûl dike.

Serokê Komîsyona Polîtîka û Enformasyon a Konseya Federasyona Rûsyayê Aleksey Puşkov peyvên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ku gotibû ‘divê gelê Sûriyeyê biryara pêşeroja Beşar Esad bide' şîrove kir û got: "Ev tê wateya ku Amerîka êdî hêza Esad qebûl dike û rêvebiriya nû wê nede dû polîtikayên Barak Obama."

‘DÛRKETINA ESAD JI QOLTİX BO AMERÎKA NE MIJARA YEKEMÎN E'

Senatorê rûsî Aleksey Puşkov di berdewamiya peyama xwe ya medya civakî de got: "Amerîka êdî dûrketina Esad ji qoltix weke mijareke sereke nabîne. Ev tê wateya ku Washîngtonê hêza Beşar Esad qebûl kiriye û dev ji polîtîkayên rêvebiriya Barak Obama berdaye."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson duhî di serdana xwe ya Enqereyê de gotibû ‘divê gelê Sûriyeyê biryara pêşeroja Beşar Esad bide.' Herwiha Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley jî gotibû ‘dûrketina Esad ji qoltix bo me ne mijara sereke ye.'

Bi heman mijarî:

Puşkov polîtîkaya Merkel a Tirkiye û Rûsyayê rexne kir
Puşkov: "Bersiva Tirkiye ya Hollandayê bi mentiq e"
Puşkov: Me lîstika li Sûriyeyê xera kir
Puşkov bersiva Haleyî da: Ne ji bo Kirimê lê ji bo Iraqê bi endîşebin
Puşkov: Li Bonnê hemleyeke mezin çênebû, nedibû çêbe
Etîketan:
Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Serokê Komîsyona Polîtîka û Enformasyon a Konseya Federasyona Rûsyayê, Nikki Haley, Rex Tillerson, Aleksey Puşkov, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de