06:07 22 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em texmîn dikin ku xebata me bi DYA û Fransayê re ji bo Qerebaxê dewam bike

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro îniyê got, ew dipên ku hevkariya wan bi DYA û Fransayê re ji bo çareserkirina kêşeya herêma Qerebaxê berdewam bike.

    Lavrov bi rojnameyeke Azerbeycanê re axivî û derbarê mijarê de wiha got: Texmîn dikim ku hevkarî bi DYAyê re berdewam bike, herwiha bi Parîsê re jî."

    Herwiha wezîrê rûsî diyar kir ku Rûsya, DYA û Fransa bi awayekî bi rêk û pêl serdana herêmê dikin û bi giştî derbarê helwesteke hevbeş ji bo gotûbêjên Ermenistan û Azerbeycanê diaxivin.

    Wezîrê rûs destnîşan kir ku çareserkirina nakokiya Qerebaxê yek ji mijarên giring ên siyaseta Rûsyayê ye.

    Lavrov axiftina xwe wiha dewam kir: Nabe ku em bûyerên li herêmeke cîran piştguh bikin. Em giringiyê didin aştî û aramiyê li wê derê. Herwiha vekirina sînoran, penaberan û destpêkirina têkiliyên bazirganî û aborî jî giring in".

    Ji aliyê din ve, wezîrê rûs destnîşan kir ku mijara Qerebaxê gelekî hesas e lewra gotûbêj hinekî bi awayekî nepenî hatin birêvebirin lê lihevkirin di gelek mijaran de pêk hat û hîn hinke mesele hene ku nehatine çareserkirin lê ew aloztir in û xebat dewam dike."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya û Amerîka dikarin bi hev re careke din li Sûriyê kar bikin
    Lavrov: Welatên Rojava ji felaketa Mûsilê re xwe kerr dikin
    Lavrov: Hevkariya Rûsya-Tirkiye-Îranê li Sûriyeyê axa di destê terorîstan de kêm kir
    Lavrov: Em ê serê nîştecihên Donbassê di belayê de nehêlin
    Lavrov: Em dixwazin ku KENY li ser operasyonên Amerîkayê ya li Mûsilê civînek li dar bixe
    Lavrov: Biryarên li dijî protestoyên gendeliyê di çarçoveya makeqanûnê de hatin standin
    Lavrov: Amadekirina peymanek derbarê ewlehiya sîber de, xwedî gîringiyeke mezin e
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Rûsya, Fransa, DYA, Ermenistan, Azerbeycan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de