12:57 25 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

Tiştê Îzlendayê dixwest bibêje, Pûtînî got

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li forûmeê derbarê herêma Arktîk de, tiştê ku Serokkomarê Îzlendayê Johannessonî nedikarî bibêje, anî ziman. Pûtînî li ser gotina Johannessonî ya "artêşeke Îzlendayê jî tine" wiha got, "pêdiviya we bi alîkariyê heye?"

Serokê dewletên Rûsya, Fînlendiya û Îzlendayê ku 3 dewlet in ji eslê 8 dewletên ku sînorên wan bi herêma Arktîk re hene, li bajarê Arhangelskê yê Rûsyayê li Foruma Arktîk a Navneteweyî li rûniştineke giştî hatin ba hev.

Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinisto di dawiya rûniştinê de, bi henekî got, ti herêmek ji herêma arktîk tine ji bo bidawîkirina rageşiya, ji ber serma herêmê, her kes dê bi giranî tevbigere.

Pûtînî li ser vê gotina Niinistoyî, wiha got: "fîniyên germ ji me re vê dibêjin, divê li gorinên wan were guhdarîkirin."

SEROKKOMARÊ ÎZLENDAYÊ: ARTÊŞEKE ME JÎ TINE

Piştî Pûtînî, Serokkomarê Îzlendayê Gudni Johannesson bal kişand ser giringiya wê yekê ku serokên her sê welatên sînorên wan bi herêma Arktîkê re hene, hatine ba hev û wiha got: Ne hêsan e ku mirov welatên ji aliyê hêz û mezinbûnê ve evqasî ji hev cuda li nik hev bibîne. Rûsya, mezintirîn kutleya bejahî ya cîhanê ye. Lê Îzlenda, giraveke biçûk li Atlantîka Bakur e. Artêşeke me jî tine lê tîma me ya fûtbolê baştir e."

Li ser gotina Johannessonî ya ku artêşa wan jî tine, Pûtînî bi henekî wiha pirsî: "Pêdiviya we bi alîkariyê heye?

Piştî vê diyloga di navbera serokan de, çepik û hîqehîq bi salona rûniştinê lê dihat lidarxistin ketin.

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Di mijara Sûriyeyê de hevkariya me ya li gel DYA bi pêş dikeve
Pûtîn: Em plan dikin ku bi Yekîtiya Ereban re hevakriyê bikin
Lukaşenko: Pûtîn birayê min ê rasteqîn e
Pûtîn û Rûhanî sûîqesda li dijî Karlov şermezar kir
Vuçiç: Pûtîn, sewkiyata balafirên MIG-29ê ji bo Sirbistanê erê kir
Pûtîn: Divê ji bo berjewendiyên netewî hemû hêz bê bikaranîn
Etîketan:
Gudni Johannesson, Sauli Niinisto, Valdîmîr Pûtîn, Fînlendiya, Îzlanda, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de