06:40 18 Hezîran 2018
Pirtuka 'Qedera Karaîmê Litvanyayî'

‘Di artêşa Çarlik a rûsî de nêzî 200 generalê azerî cih girtin'

© Sputnik / Fuad Safarov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokê rêxistina sivîl a Meclîsa Resulzade ku li Moskowê fealiyetê dimeşîne Fîzulî Ferecov ragihand ku di artêşa Çarlik a rûsî der zêdetirî 200 general û serbazên azerî wezîfe girtin.

Li Moskowê li Pirtukxaneya Nekrasov merasîma nasandina pirtuka bi navê ‘Qedera Karaîmê Lîtvanyayî' ku jiyana Sererkanê Giştî yê Komara Azerbeycanê Masey Sulkevîç di sala 1918 û 1920an fermandarî kir hat kirin.

Fîzulî Ferecov di axaftina xwe ya merasîmê de got: "Di artêşa Împaratoriya Rûsî de gelek general û serbazên azerî wezîfe kirin. Gelek kes van tiştan nizanin. Lê ev rastiyeke dîrokî ye. Derdora 200 general û serbaz hebûn di artêşa Çarlikê de. Sulkevîçê ku bi eslê xwe ji Karaîma Litvanyayê yek ji van bû. Sulkevîç Azerbeycan jî ji bo xwe welat didît. General û serbazên azerî ji bo Rûsyayê bi qahremanî şer kirin. Em van qahremanên xwe tucar jibîr nakin.

Nûnerên rêxistina diaspora ya bi navê Şehriyar û Kongreya Azeriyên Rûsyayê di axaftina xwe ya merasîmê de pesnê girîngîya General Sulkevîç û bandora wî di nava artêşa Azerbeycanê de kirin.

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Rûsya wê bibe îmalatkerê herî mezin ê LNGê ya cîhanê
Rûsya: Biryara Amerîka ya tevlînebûna civîna Afganistanê em xemgîn kirin
'Di navbera Rûsya û welatên Rojava de şerê sar nîne'
Lavrov: Rûsya û Amerîka dikarin bi hev re careke din li Sûriyê kar bikin
Rûsya: ‘Em pêşeroja Esad bi Amerîkayê re dê nîqaş nekin'
Etîketan:
merasîma nasandina pirtuka bi navê ‘Qedera Karaîmê Lîtvanyayî', Sererkanê Giştî yê Komara Azerbeycanê, Masey Sulkevîç, Fîzulî Ferecov, Moskow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de