06:40 28 Gulan 2018
Vladimîr Pûtîn

Pûtîn: Bertekên welatên rojava yên li dijî xwepêşandanan siyasî ne

© AFP 2018 / Natalia KOLESNIKOVA
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bangewaziya welatên Rojava ya ji bo serbestberdana kesên ku li Rûsyayê di çalakiyên dijgendeliyê de hatin desteserkirin, wekî ‘siyasî' bi nav kir.

Pûtîn li bajarê Arhangelskê yê Rûsyayê di Forûma Arktikê ya Navdewletî axivî û got, "Em van bangewaziyan wekî siyasî dibînin, ku fişarê li ser siyaseta navxweyî ya welêt bikin."

‘TÊKOŞÎNA DIJGENDELIYÊ DIVÊ DI KAMPANYAYÊN SIYASÎ DE NEYÊN BIKARANÎN'

Pûtîn bal kişand ser lidarxistina çalakiyan a bêdestûr û got divê xwepêşander rêzê ji yaseyan re bigirin û têkoşîna dijgendliyê divê di kampanyayên siyasî neyên bikaranîn. Pûtîn derbirî ku ew bi xwe jî li dijî gendeliyê ye.

Li ser Rûsyayê li ser banga serokê mixalîfan Aleksey Navalniy li dijî gendeliyê xwepêşandan hatibû lidarxistin û di encamê de bi sedan kes hatibûn desteserkirin. Navalniy hinek belgeyên gendeliyê yên ku îdia dikir ayidê Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev in, weşandin şûnde ji bo xwepêşandanê bangî piştgiriyên xwe kiribû.

Bi heman mijarî:

Serokê mixalîf ê Rûsî Aleksey Navalny hat desteserkirin
Etîketan:
bertek, siyasî, Welatên Rojava, Serokdewletê Rûsyayê, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de