12:33 24 Çile 2018
Zindî
    Vladimir Putin

    Pûtîn: Amade me li Fînlendayê bi Trump re bicivim

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 31

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku amade ye li Lûtkeya Arktîk ya Fînlendayê bi Serokê DYAyê Donald Trump re bicive.

    Pûtîn beşdarî Foruma Arktîkê ya li bajarê Arhangelskê hatibû lidarxistin bû.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di forumê de bersiv da Serokkomarê Fînlandayê Sauli Niinistoyî ku gotibû "ez ê gelekî bextewar bin ku em ê mêvandariya Lûtkeya Arktîkê bi beşdariya Pûtîn û Trump bikin" û teqez kir ku lûtke were lidarxistin, amade ye ku beşdarî wê bibe û bi Trump re bicive.

    NEBE, DIKARIN LI G-20Ê PÊ RE BICIVIN

    Herwiha serokê rûs wiha dewam kir: Di nerîna min de Fînlenda welatekî gelekî guncav e ji bo birêxistina çalakiyên wiha. Eger ev çalakî were lidarxistin, ez ê gelekî kêfxweş bibim ku beşdar bibim. Eger pêk neyê jî, em amade ne li lûtkeya F-20ê bi serokê DYAyê re bicivin."

    Pûtîn teqez kir ku divê çalakiyên wiha ji bo herdû aliyan bi awayekî baş werin organîzekirin.

    "EM DYAYÊ WEK DEWLETEKE MEZIN DIBÎNIN"

    Ji aliyê din ve, Pûtînî got ku DYA wek dewleteke mezin dibînin û dixwazin têkiliyên hevpariyê yên baş bi Washingtonê re bi pêş de bixin û wiha pê de çû: "Em DYAya ku dixwazin pê re têkiliyên hevpariyê yên baş bi pêş de bixin, wek dewleteke mezin dibînin û em bi wî awayî nêzîkî wê dibin. Ji bilî wê her tişt derew e û berhema xeyalan e".

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Em plan dikin ku bi Yekîtiya Ereban re hevakriyê bikin
    Pûtîn talîmata zêdekirina hejmara leşkerên Artêşa Rûsyayê da
    Lukaşenko: Pûtîn birayê min ê rasteqîn e
    Pûtîn: Garantoriya Îran Tirkiye û Rûsyayê pêşketin bo hevdîtinên Cenevreyê pêk anî
    Pûtîn û Rûhanî sûîqesda li dijî Karlov şermezar kir
    Vuçiç: Pûtîn, sewkiyata balafirên MIG-29ê ji bo Sirbistanê erê kir
    Cîgirê Pûtîn: Krêdiya Tirkiyeyê ya ji bo moşekên S-400î nehatiye pesendkirin
    Pûtîn ji bo êrişa Westminsterê peyama sersaxiyê ji Theresa May re şand
    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, Rûsya, Fînlenda, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de