18:44 27 Gulan 2018
Vladimîr Pûtîn

Pûtîn: Di mijara Sûriyeyê de hevkariya me ya li gel DYA bi pêş dikeve

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 30

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn anî ziman ku di mijara Sûriyeyê de hevkariya Rûsya ya li gel Amerîkayê bi pêş dikeve.

Pûtîn li bajarê Arhangelskê yê Rûsyayê di Forûma Arktik a Navdewletî de axivî û got, "Li beramberî hemû tiştan, hevkariya li Sûriyeyê jî di nav de, di hinek mijarên hesas de hevkariya me ya rasteqîn bi pêş dikeve û kûr dibe. Em hîs dikin ku hemkarên me yên Amerîkayî bi pêşxistina hevkariyê de eleqeder dibin. Ev, îşareteke baş e."

‘DIBE KU EM LI DIJÎ DAIŞÊ BI TRUMP RE HEVKARIYÊ BIKIN'

Pûtîn anî ziman ku ew li Sûriyeyê di warê têkoşîna li dijî DAIŞê de dikarin bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevkariyê bikin. Serokdewletê Rûsyayê dest nîşan kir ku ew ê miajra têkoşîna dijterorê li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillersonê ku wê di demeke kurt de serdana Moskowê bike jî biaxivin.

‘ÎDIAYÊN RÛSYAYÊ MIDAXELEYÊ HILBIJARTINAN KIRIYE DEREW IN'

Ji aliyê din ve Pûtîn diyar kir ku li Amerîkayê gelek dostên welatê wan heye û dest nîşan kir ku ew bawer dike ku pirsgirêkên di navbera her du aliyan de wê di carekê de werin çareserkirin.

Pûtîn îdiayên ku dibêjin Rûsyayê ji bo Trump biserkeve, midaxeleyê hilbijartinan kiriye û dîplomatên Rûsî li Amerîkayê xebatên sixûriyê meşandine, wekî ‘derew û provokasyon' bi nav kirin. Pûtîn derbirî ku ji bo serkeftina têkoşînê ya dijterorê li gel Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê divê bi Pentagon û Rêxistina Agahîgirtinê ya Navendî ya Amerîkayê (CIA) re jî hevkarî were kirin.

Bi heman mijarî:

Bi direktîfa Pûtîn wê 142 hezar leşker werin girtin
Pûtîn: Em plan dikin ku bi Yekîtiya Ereban re hevakriyê bikin
Pûtîn talîmata zêdekirina hejmara leşkerên Artêşa Rûsyayê da
Lukaşenko: Pûtîn birayê min ê rasteqîn e
Pûtîn û Rûhanî sûîqesda li dijî Karlov şermezar kir
Pûtîn: Garantoriya Îran Tirkiye û Rûsyayê pêşketin bo hevdîtinên Cenevreyê pêk anî
Vuçiç: Pûtîn, sewkiyata balafirên MIG-29ê ji bo Sirbistanê erê kir
Etîketan:
pêşxistin, hevkarî, Serokê Amerîkayê, Serokdewletê Rûsyayê, Donald Trump, Vladîmîr Pûtîn, Moskow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de