23:28 22 Nîsan 2018
    akkuyu-santrala nûkleer

    Rosatom: Şirketên tirk, rûs û kendavê dixwazin tevlî sermayeya Akkuyu NGSê bibin

    © Foto: akkunpp.com
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 51

    Hat ragihandin ku ji xeyrî şirketên tirk û rûs şirketên welatê kendavê jî dixwazin tevlî sermayeya Santrala Nûkleerî ya Akkuyu NGSê ku li Mêrsînê tê avakirin bibin.

    Serokê Saziya Enerjî û Nûkleerî ya Dewleta Rûsyayê (Rosatom) Aleksey Lihaçev ragihand ku şirketên tirk û rûs ji bo tevlî sermayeya Santrala Nûkleerî ya Akkuyu NGSê bibin eleqeyeke mezin nîşan didin.
    Aleksey Lihaçev di axaftina xwe de got: "Gelek şirketên tirk hevdîtinan pêk tînin. Em ê biryara wê li gorî encamên xebatê û peymana ku me bi hikûmeta Enqereyê re kiriye îmze kiriye bidin."

    ‘ŞIRKETÊN WELATÊN KENDAVÊ JÎ ELEQEYÊ NÎŞAN DIDIN'

    Lihaçev di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ji xeyrî şirketên tirk û rûs şirketên welatê kendavê jî dixwazin tevlî sermayeya Santrala Nûkleerî ya Akkuyuyê bibin û got: "Piştî me erêkirina hikûmeta tirk wergirt em ê biryara xwe bidin. Me hetanî sala 2018an hedefa îmzekirina peymanên veberhênan daniye pêşiya xwe. Dibe em ji sedî 49ê projeyê bifiroşin veberdêrên biyanî."

    Herwiha Cîgirê Serokê Rosatomê Kirill Komarov berê di daxuyaniyeke xwe de gotibû: "Peymaneke navhikûmetî ku me bi Tirkiyeyê re îmze kiriye heye. Li gorî peymanê Rosatom hetanî dawiya maweyê xizmetê wê xwediyê ji sedî 51 hiseya projeyê be. Lê şirket bi destûra hikûmeta Tirkiyeyê dikare ji sedî 49ê hiseyan bifiroşe veberdêrên stratejîk."

    Bi heman mijarî:

    Novak: Dibe ku Akkuyu heta sala 2023an temam bibe
    Dibe ku destûra sînorkirî ya avakirina Santrala Akkuyuyê havînê derkeve
    Rosatomê ji bo unîteya pêşî ya santrala Akkuyuyê dîrok da
    Albayrak: " Unîteya pêşî ya Santrala Akkuyuyê wê hetanî 2023an têkeve fealiyetê"
    Rûsya:'Planên me yên Akkuyuyê nehatine guhertin'
    Etîketan:
    Santrala Nûkleerî ya Akkuyu NGSê, Serokê Saziya Enerjî û Nûkleerî ya Dewleta Rûsyayê (Rosatom), Kirill Komarov, Aleksey Lihaçev, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de