03:57 27 Nîsan 2018
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Biryara Amerîka ya tevlînebûna civîna Afganistanê em xemgîn kirin

    © Sputnik / Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 50

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapamenî ya heftane de ragihand ku em xemgînin ku Amerîkayê tevlîbûna civîna Afganistanê qebûl nekir.

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapamenî ya heftane de got: "Di 14ê Nîsanê de li Moskowê bi mijara Afganistanê civînek tê lidatxistin. Em xemgînin ku Amerîkayê tevlîbûna civîna Afganistanê qebûl nekir."

    ‘TEVLÎNEBÛNA AMERÎKAYÊ EM XEMGÎN KIRIN'

    Mariya Zaxarova di axaftina xwe de got: "Me vexwendname ji Afganistan, Hindistan, Îran, Çîn, Pakistan, Amerîka û ji welatên Asyaya Navîn re şand. Em bi biryara tevlînebûna Amerîkayê xemgîn in. Amerîka di mijara Afganistanê de aktorekî girîng e. Ji bo vê tevlîbûna wê ya civînê, bi dawîanîna tekoşîna çekdarî û destpêkirina muzakereyan wê peyameke xurt bidana muxalefeta çekdar a Afagnistanê. Lê ev biryara wan e."

    ‘LI ÛKRAYNAYÊ DI ASTA DEWLETÊ DE KARESATA ZIMAN TÊ KIRIN'

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de qedexeya Ûkrayna ya li hemberî Rûsyayê nirxand û got: "Li Ûkraynayê di asta dewletê de karesata ziman tê kirin. ji bo ku radikalên Kievê di bandora nêrînên nîjadperestî de ne ev tişt dibin. Wan radîkal teşvîqî vê baweriyê kirin û niha nikarin vê paş ve vegerînin."

    ‘EV DAXUYANIYÊN FRANSA WEK ŞANTAJÊ NE'

    Berdevka wezareta rûsî di dirêjiya axaftina xwe de berisv da daxuyaniya Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault a bi mijara Sûriyeyê û got: "Welatekî endamê Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya xelkê Sûriyeyê çawa dikare şertê ku ji kar veqetandina Serokê Dewletê yê meşru Beşar Esad bide nişandan, ev dualîbûne. Ev şêweyeke şantajî ye û dide nişandan ku Parîsê hemû nirxên xwe yên humanîzmê winda kirine."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Dewletên rojavayî li himberî xwenîşandanên li Parîsê bêdeng man
    Zaxarova: Mueyîdeyên nû yên Amerîkayê bi gotinên dijterorê re dikevin nakokiyê
    Zaxarova: ‘Ji bo Ewropayê dema çarenûsê hatiye'
    Zaxarova: Ti şika me tune ye ku balafirên DYAyê li terorîstên El Cînahê da ye
    Zaxarova: Biryara YE ya dirêjkirina mueyîdeyan cihê xemgîniyê ye
    Etîketan:
    Civîna bi mijara Afganistan a li Moskowê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de