01:55 21 Çile 2018
Zindî
    Dubaî

    Hêsaniya vîzeyê çûna tûrîstên rûsî bo Dubaiyê ji sedî 84 zêde kir

    © AP Photo/ Kamran Jebreili
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Daîreya çapamenî ya departmana bazirganî û turîzmê ya Dubaiyê (DTCM) ragihand ku piştî hesaniya vîzeyê ji 1ê Sibatê pê ve hejmara turîstên rûsî ku serdana Dubaiyê kirin ji sedî 84 zêde bû.

    Li gorî biryarnameya Serokwezîrê Îmarata Erebî Muhammed Bin Raşîd el Mektum ku di 29ê Rebendanê îmze kiribû, hemwelatiyên rûsî wê bikaribin li deriyên sînor ji bo 30 rojî vîzeyê wergirin û pêwist he herwiha dikarin ji bo carekê 30 rojê din jî vîzeya xwe dirêj bikin.

    DTCMê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku di sala 2017an de li gorî pêşbîniyên me wê hejmara turîstên rûsî zêde bibe, bi hêsaniya vîze û şirîkatiya acenteya nû wê têkiliyên bi bazara rûsî re baş û geştir bibin.

    Li gorî DTCMyê, di sala 2016an de hejmara turîstên ku serdana Dubaiyê kirin û şevekê man li gorî sala borî ji sedî 14 zêde bû û ev hilpekîna destpêka salê hêviyên baş dide. Herî zêde malbat an jî jin û mêr betlana li Dubaiyê diecibînin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hejmara Turîstên New Yorkê wê di rûyê Trump de kêm bibe'
    Di meha rebendanê de turîstên rûsî ku serdana Tirkiyeyê kirin ji sedî 81 zêde bû
    Hejmara turîstên biyanî ku serdana Stenbolê kirin kete binê 16 salên dawî
    ATOR: "Êrişa Stenbolê bandorê li daxwaza turîstên rûsî nake"
    Firînên charter wê hejmara turîstên rûsî 3 qat zêde bike
    Etîketan:
    Hêsaniya vîzeyê tûrîstên rûsî zêde kirin, Serokwezîrê Îmarata Erebî, Muhammed Bin Raşîd el Mektum, Dubaî, Îmarata Erebî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de