04:51 23 Çile 2018
Zindî
    Mariya Şarapova

    Mariya Şarapova: Min ji bo rastiyan şer kir

    © AP Photo/ Aaron Favila
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 45

    Tenîsvana rûsî Mariya Şarapova berî meha Nîsanê ku dîsa vegere kortan di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew ji bo rastiyan şer kiriye.

    Tenîsvana navdar a rûsî Mariya Şarapova ji ber bikaranîna madeya meldonyumê ku ev deh sal in bi kar tîne û sala borî ketibû nava madeyên qedexekirî 2 sal ji pêşbirkan hatibû qedexekirin. Şarapova jî ji bo ku ev nehatiye agahdarkirin hewl da û piştî xebatekê cezayê ku 2 sal hatibû birîn daxiste 15 mehan.

    Şarapova piştî birîna ceza cara yekemîn di 26ê Nîsanê de li Almanyayê wê tevlî Porsche Tennis Grand Prixê bibe. Herwiha li Kaliforniyayê di axaftina xwe ya konferansa sereke ya îlham ji bo jinan de vegera ser kortan bi dilşadî nirxand û got: "Hem di kariyera xwe û hem jî di emrê xwe de her çiqas ber bi dawîbûnê ve herim jî însan dixwaze beşek jiyana xwe bi xwe biqedîne. Hewla min ji bo rastiyan jî zêdetir ev bû."

    Bi heman mijarî:

    Şarapova li Hawaîî yê ket sala nû
    Şarapova: Tenîs beşekî giring ji jiyana min e
    Şarapova dê beşdarî Olimpiyatên Rioyê nebe
    Şarapova li perwerdehiya xwe vedigere
    Şarapova heta du salan nikare bilîze
    Etîketan:
    Tenîsvana navdar a rûsî, Mariya Şarapova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de