16:58 23 Hezîran 2018
Têkiliyên Rûsya û Yekîtiya Ewropayê YE

'Di navbera Rûsya û welatên Rojava de şerê sar nîne'

© Sputnik / RIA Novosti
Rûsya
Lînkê kurt
0 42

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîna kovara The National Interest de li ser pêwendiyên Rûsyayê yên bi welatên Rojava re got, ‘Ez nahizirim ku şerekî nû yê sar destpê kiriye. Di navbera me de cudahiyeke îdeolojîk tune ye. Tenê helwestên me cuda ne.’

Lavrov li ser mijara hebûna şerê sar wiha peyivî: "Di serî de bibêjim ku nahizirim ku şerekî nû yê sar destpê kiriye. Di navbera me de cudahiyeke îdeolojîk tune ye. Tenê helwestên me cuda ne. Belê rast e di navbera Rûsyayê û cîranên wê de cudahiyên rêveberiyê hene. Lê belê bi giştî bingeh li her derê demokrasî ye. Yanî hilbijartin û sîstem wisa hatiye sazkirin ku hurmet ji opozîsyonê re tê girtin. Herwiha ekonomiya piyaseya serbest heye."

'NE ŞERÊ SAR TERORÎZM HEYE'

Wezîrê Rûsî di dewama hevpeyvînê de bal kişand cudahiya şerê sar û rewşa niha ya têkoşîna bi terorê re û wiha axivî: "Niha ji serdema şerê sar cudatir, li ber me terorîzm heye. Gefên eşkere yên wekî li Rojhilata Navîn belavbûna çekên ruxîner ên girseyî hene. Di dema şerê sar de ev nebûn. Hevsengiyeke ku bi pevçûnên welatên cîran rû dida dihat dîtin. Lê niha li ber her roj gefên kurewî ku em rûbirû dibin hene û ev her kesî eleqedar dikin. Mînek êrîşên li Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîkayê."

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Em pêşeroja Esad bi Amerîkayê re dê nîqaş nekin'
MGK: Piştgiriya PYDê ziyanê dide têkiliyên dostane
Rûhanî: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Rûsyayê
Moskowa: Li Sûriyeyê gelek tişt girêdayê Enqereyê ne
Lavrov: Rûsya û Amerîka dikarin bi hev re careke din li Sûriyê kar bikin
Etîketan:
Ewropa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de