07:37 21 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Welatên Rojava ji felaketa Mûsilê re xwe kerr dikin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2850

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da xuyakirin ku welatên rojava naxwazin asta felaketa însanî ya ku li bajarê Mûsilê diqewime bibînin.

    Lavrov ji rojnameya Argumentı i Faktı re wiha peyivî: "Daxuyaniyên çavkaniyên welatên Rojavayî yên derbarê taxên rojhilatê Helebê ku hatin rizgarkirin têne bîra me hemûyan. Li beramberî vê asta felaketa însanî ya ku li Mûsilê diqewime bi awayekî eşkere di dezgehên xwe yên medyayê de nabînin."

    400 HEZAR MÛSILÎ DI REWŞEKE ZEHMET DE NE

    Lavrov bal kişand ser ku ji ber windahiyên sivîlan û xerabkirina binesaziya bajêr, nabe mirov ji operasyona Mûsilê ya Hevpeymaniyê ku Amerîka pêşengiya wê dike re bibêje, ‘operasyon' û got, ‘Nêzî 400 hezar Mûsilî neçar mane terka bajêr bikin.'

    Lavrov got ku ligel her tiştî jî di têkoşîna li Iraqê de şikestinek çêbûye û da zanîn, ‘Ji aliyê leşkerî ve terorîst li ser van erdan têk diçin.'

    Bi heman mijarî:

    Muslim: Dibe ku li Reqqayê xweseriya demokratîk were avakirin
    Peykerê Mahsum Korkmaz li Kobaniyê hat danîn
    ‘Tirkiye li Sûriyeyê bi Amerîkayê re dê li rêya lihevkirinê negere'
    Fûad Masûm derbarê têkiliyên bi Rûsyayê û Amerîkayê de axivî
    Pûtîn û Rûhanî sûîqesda li dijî Karlov şermezar kir
    Lavrov: Em ê serê nîştecihên Donbassê di belayê de nehêlin
    Dîrokzanê Tirk Belge: Daxwaza kurdan a avakirina dewletê ne 'tabû' ye
    Etîketan:
    Iraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de