18:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em ê serê nîştecihên Donbassê di belayê de nehêlin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 611

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo rojnameya Argumenti i Faktiyê axivî û diyar kir ku ew li ser axa cîranên xwe heq îdia nakin.

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got Rûsya hewil dide ku li Donbassa rojhilatê Ûkraynayê, pêşiyê li pêleke nû ya tundiyê ya ku ji aliyê hinek ‘kesên bihêrs' ên li Kievê were destpêkirin, bigire û got Rûsya heq li ser axa cîranên xwe îdia nake.

    Xwenîşander li rawestgehe trênê ya li Donbassê
    © REUTERS/ Konstantin Chernichkin
    ‘HEWILDANA ME JI BO WÊ YEKÊ YE KU BILA LI ROJHILATÊ ÛKRAYNAYÊ PÊLEKE NÛ YA TUNDIYÊ RABE'

    Lavrov ji bo rojnameya Argumenti i Faktiyê axivî û got, "Rûsya, welatekî aştîxwaz e. Em li ser axa cîranên xwe heq îdia nakin. Em bi rihê têkiliyên baş ên cîraniyê, dixwazin welatên bi aram û pêşketî yên ku em karibin pê re hevkariyê bikin, hebin. Her wiha em hewil didin ku pêşiyê li ‘kesên bi hêrs' ên li Kievê bigirin, ku bila li rojhilatê Ûkraynayê pêleke nû ya tundiyê nedin destpêkirin. Em bi tu awayî serê nîştecihên Donbassê di belayê de nahêlin."

    Lavrov derbirî ku ewiqîna pêjavoya aşitiyê ya li Donbassê ji ber ku Kievê peymanên Minskê bi cih neanîne, pêk hat û got, "Ji bo ku Kiev dorpêça Donbassê bişikîne û peymanan bi awayekî pêwîst bi cih bîne, em ê hewildanên xwe bidomînin. Çareseriya demdirêj a ji bo pirsgirêlê tenê bi rêya dîplomasiyê pêkan e."

     

    Bi heman mijarî:

    Agir girte cebilxaneya herî mezin a Ûkraynayê: 15 hezar kes hatin tahliyekirin
    Ûkraynayê derbasbûna nûnera Rûsya ya pêşbirka Eurovisionê qedexe kir
    Di navbera milîsên Donbass û artêşa Ûkraynayê de agirbest hat sazkirin
    Kremlînê bersiv da Qesra Spî: Em Kirimê nadin Ûkraynayê
    Puşkov di warê 'dafika Ûkraynayê' de hişyarî da Trump
    Etîketan:
    bela, nîştecih, Donbass, Ûkrayna, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de