01:02 19 Tebax 2017
Zindî
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin ve İran Cumhurbaşkanı Hasan Ruhani

    Pûtîn: Garantoriya Îran Tirkiye û Rûsyayê pêşketin bo hevdîtinên Cenevreyê pêk anî

    © REUTERS/ Sergei Karpukhin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1721

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beşdarbûna welatên garantor ji bo hevdîtinên Sûriyeyê ya li Astanayê paytexta Kazakîstanê yên Îran, Tirkiye û Rûsyayê, pêşketin bo hevdîtinên li Cenevreyê pêk anî.

    Pûtîn daxuyaniyê di civîna çapameniyê ya piştî hevdîtina li Moskowê yê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re, da

    Pûtîn destnîşan kir ku beşdarbûna hevdîtinên Sûriyeyê ya li Astanayê yên Rûsya, Tirkiyeyê û Îranê piştgiriyekê mezin daye çareseriya siyasî yê li Sûriyeyê û balê kişand ser têkoşîna li dijî terorîzmê.

    ‘AGIRBESTA LI SÛRIYEYÊ BI HEVKARIYA RÛSYA-ÎRANÊ PÊK HAT'

    Pûtîn eşkere kir ku agirbesta li Sûriyeyê bi hevkariya Rûsya-Îranê pêk hatiye û got: "Em difikirin ku zexm kirina têkoşîna li dijî terorîzmê ya navneteweyî, girînge. Rûsya û Îran ji bo tune kirina rêxistinên DAIŞê û El Nusrayê gava xwe dikin yek û ev yek bandorê li başbûna rewşa li Sûriyeyê dike. Garantoriya hevdîtinên li Astanayê yên welatên Rûsya, Tirkiyeyê û Îranê alîkariyekê mezin daye hevdîtinên Cenevreyê k udi bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de dimeşe, muzakereyên di navbera aliyên Sûriyeyê û bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê.

    ‘HEWLDANÊN DIYALOGÊN LI AFXANÎSTANÊ YÊ ÎRANÊ GELEK ERENIYE'

    Pûtîn wiha axivî: "Me rewşa li Afxanîstanê nirxand û girîngiya li hev kirina neteweyiya welêt axivî. Îran jî beşdarî muzakereyên di meha Sibatê de ya li Moskowê bû. Hewldanên bo diyalogên li Afxanîstanê yê Îranê me gelek erenî dît."

    PÛTÎN Û RÛHANÎ YEKÎTIYA AXA IRAQÊ DIPARÊZIN

    Hate ragihandin ku Pûtîn û Rûhanî deklerasyonekê hevpar piştî hevdîtina li Moskowê îmza kirin û yekîtiya Iraqê diparêzin.

    Di deklarasyonê de, "Rûsya û Îran piştgiriya yekîtiya axa Iraqê û rizgar kirina herêmên di bin kontrola DAIŞê û têkoşîna li dijî terorîzmê dikin."

    Bi heman mijarî:

    Vuçiç: Pûtîn, sewkiyata balafirên MIG-29ê ji bo Sirbistanê erê kir
    Pûtîn: Divê ji bo berjewendiyên netewî hemû hêz bê bikaranîn
    Cîgirê Pûtîn: Krêdiya Tirkiyeyê ya ji bo moşekên S-400î nehatiye pesendkirin
    Pûtîn: Mijara me ya sereke Hêzên Nukleerên Stratejîk ên Rûsyayê ne
    Pûtîn: Em ê potansiyela lêdanê ya çekên xwe 4 qatan zêde bikin
    Pûtîn ji bo êrişa Westminsterê peyama sersaxiyê ji Theresa May re şand
    Pûtîn: Di sala 2016an de ji 15 milyar dolarî zêdetir çek îxraç kirin
    Etîketan:
    daxuyanî, hevdîtin, Hesen Rûhanî, Vladimîr Pûtîn, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de