02:09 18 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Rudskoy

    Rudskoy: Koalîsyonê 4 pir hilweşandin û veguhestina Reqqayê têk bir

    © AP Photo/ Alexander Zemlianichenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2921

    Serokê Daîreya Hereket a Sererkaniya Giştî ya Rûsyayê General Sergey Rudskoy ragihand ku koalîsyona ku Amerîka pêşengiya wê dike 4 pir hilweşandin û veguhestina bajarê Reqqayê têk bir.

    Serokê Daîreya Hereket a Sererkaniya Giştî ya Rûsyayê General Sergey Rudskoy ragihand ku koalîsyona ku Amerîka pêşengiya wê dike 4 pir hilweşandin û veguhestina bajarê Reqqayê têk bir.

    General Sergey Rudskoy di axaftina xwe ya çapamenî de de got: "Koalîsyona ku pêşengiya wê Amerîka dike li Sûriyeyê 4 pir xera kirin û veguhestina bajarê Reqqayê têk bir."

    Sergey Rudskoy di berdewamiya axaftina xwe de got: "Balafirên koalîsyonê di 3ê Sibatê de 2 jê li Reqqayê û 2 jî li el Kalta û el Abbarayê bi tevahî 4 pir hilweşandin. Di encama vê çalakiyê de veguhestina bajarê Reqqayê ku 200 hezar însan lê dijî ji aliyê bakur û başûr ve bi temamî rawestiya. Herwiha di 18ê Sibatê de jî li Maadana ku 60 kîlometro li rojhilatê Reqqayê dikeve pireke din hat xerakirin.

    ‘ÊRIŞÊN KOALÎSYONÊ YÊN LI DIJÎ BENDAVA FIRATÊ METIRSÎDAR IN'

    Rudskoy di dirêjiya axaftina xwe de got: "Sererkaniya Giştî ya Rûsyayê di mijara êrişa balafirên koalîsyonê yên dijî Bendava Firatê de metirsîdar e. Di encama êrişên balafirên koalîsyonê yên 26ê Adarê de du qepaxên bendavê zirar dîtin. Çalakiyên wiha rê li ber felaketeke mezin vedike û dibe bibe sedema mirina gelek însanên sivîl."

     

    Bi heman mijarî:

    Rudskoy: Zêdetirî 600 milîtan ji rojhilatê Helebê veqetiyan
    Rudskoy: Delîlên me hene ku Rûsyayê li nexweşxaneyê nexistiye
    Sûriyê avêt Brîtanya û Fransayê û pesnê Rûsyayê da
    Li Sûriyeyê Rûsyayê 17 û Tirkiyeyê jî 10 ihlalên agirbestê tespît kirin
    Noqava nû ya Fîloya Behrareş a Rûsyayê: Marlîn-350
    Etîketan:
    Serokê Daîreya Hereket a Sererkaniya Giştî ya Rûsyayê, Sergey Rudskoy, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de