20:27 17 Tebax 2017
Zindî
    Aleksandr Vuçiç û Vladimîr Pûtîn

    Vuçiç: Pûtîn, sewkiyata balafirên MIG-29ê ji bo Sirbistanê erê kir

    © Sputnik/ Alexey Nikolsky
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1840

    Serokwezîrê Sirbistanê Aleksandr Vuçiç ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn sewkiyata balafirên MIG-29ê ji bo Sirbistanê erê kir û di rojên pêş de ji bo vê dê biryarnameyek were îmzekirin.

    Serokwezîrê Sirbistanê Aleksandr Vuçiç û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duhî piştî hevdîtinê di daxuyaniya xwe ya çapamenî de ragihandibûn ku di nava çend rojên pêş de ji bo sewkiyata 6 balafirên MIG-29 a Sirbistanê wê dest bi montajê bikin û hetanî dawiya salê wê dê werin teslîmkirin.

    Aleksandr Vuçiç di axaftina xwe ya çapamenî de got: "Serokê Rûsyayê Pûtîn ji bo sewkiyata balafiran wê biryarnameyekê îmze bike. Piştî îmzeyê em ê mijarên teknîkî yên sewkiyatê biaxivin. Em dixwazin sewkiyat bi yekperçeyî pêk were ku ev kar zû biqede. Mijara sewkiyata balafiran karê roj û hefteyan e, zêde dewam nake."

    Vuçiç di berdewamiya axaftina xwe de got: "Peymana sewkiyata amûrên leşkerî ya rûsî Pûtîn bi xwe îmze kir. Tiştê ku me bi Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu re ji bo sewkiyata 30 heb T-72C, 30 heb DRBM-2 û 6 heb balafirên MIG-29ê xeberda Pûtîn bi xwe erê kir.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Divê ji bo berjewendiyên netewî hemû hêz bê bikaranîn
    Cîgirê Pûtîn: Krêdiya Tirkiyeyê ya ji bo moşekên S-400î nehatiye pesendkirin
    Pûtîn: Mijara me ya sereke Hêzên Nukleerên Stratejîk ên Rûsyayê ne
    Pûtîn: Em ê potansiyela lêdanê ya çekên xwe 4 qatan zêde bikin
    Pûtîn ji bo êrişa Westminsterê peyama sersaxiyê ji Theresa May re şand
    Etîketan:
    Serokwezîrê Sirbistanê, Serokê dewleta Rûsyayê, Aleksandr Vuçiç, Vladimîr Pûtîn, Sirbistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de