13:03 21 Tebax 2017
Zindî
    THAAD (Yüksek İrtifa Bölge Hava Savunması)

    Sererkaniya Rûsyayê: Pergala moşekên Amerîkayê li dijî Rûsyayê dibe metirsiya nukleerî

    © REUTERS/ USFK/Yonhap
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2321

    Cîgirê Serokê Daîreya Operasyona Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê Korgeneral Viktor Ponzihir got pergala parastinê ya moşekan a ku Amerîkayê ava kiriye pêşbirka xweçekkirinê gur dike.

    Ponzihir li Ceneveyê di Konferansa Bêçekkirinê de axivî û ev tişt gotin: "Hebûna pergalên parastinê yên moşekên Amerîkayê li Ewropayê, li behr û okyanûsên nêzîkî axa Rûsyayê hebûna keştiyên van pergalan, di warê êrîşeke moşekên nukleerê ya li dijî Rûsyayê de potansiyeleke bi hêz û veşartî ava dike."

    Ponzihir li Ceneveyê di Konferansa Bêçekkirinê de axivî û derbirî ku pergala parastinê ya moşekan tê wateya zêdekirina potansiyel a hebûna moşekan û got ev jî pêşbirka xweçekkirinê gur dike.

    'LI AMERÎKAYÊ XWEXAPANDINA BÊSIZAMAYÎNÊ ÇÊDIBE'

    Korgeneralê Rûsî anî ziman ku pergalên parastinê yên moşekan zirarê didin pergalên ewlehiyê û Amerîka dixwaze Rûsya û Çînê bitelixîne û kontrolê bigire dest xwe. Ponzihir ev titş gotin, "Pergalên parastinê yên moşekan xeta bikaranîna çekên nukleerê dikişîne jêr. Ji ber ku li cem Amerîkayê, di bin banê pergala parastinê ya moşekan de xwexapandin çêdibe ku bikaranîna çekên êrîşê yên stratejîk wê bê siza bimîne."

    ​Amerîka ji ber ceribandinên moşekan ên Koreya Bakur li Koreya Başûr dest bi bicihkirina pergala parastinê ya moşekşikên a THAADê (Parastina Hewayî ya Herêma Îrtifa ya Bilind) kiribû.

    Perçeyên pêşîn ên pergalê şeva 6ê Adarê gihîştibû Baregeha Hewayî ya Osanê ya li Pyeongtaekê.

    Pergala THAADê xwediyê kapasiteya 200 kîlomitro menzîla dûrahiyê û 150 kîlomitro menzîla hewayî ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Di demek nêz de Artêşa Rûsyayê dê bibe xwediyê pergala S-500î
    Almanya nahêle Rheinmetall pergala parastina tankan bifiroşe Tirkiyeyê
    Ji Lavrov hişyarî bo pergala parastina a moşekan a DYAyê li Asyaya Pasîfîkê
    Rosoboronexport: Tirkiye li gel pergala parastinê, pûteyê dide bi kompleksa tankan jî
    Wezîrê tirk: S-400 wê entegreye pergala NATOyê nebin
    Almanyayê ji bo Wikileaksê daxuyanî da: Em ê qet destûrê nedinê kes têkeve pergala me
    Amerîka pergala parastina moşekên pêşketî li Koreya Başûr bicih dike
    Etîketan:
    pergala parastinaê ya moşekan, Cîgirê Serokê Daîreya Operasyona Sereke ya Sererkaniya Rûsyayê, Viktor Ponzihir, Ceneve, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de