05:11 23 Hezîran 2018
Moşekên îskender yên hişmend

'Dê Moskow ji bo bicihkirina moşekên Îskender hesab nede NATOyê'

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokê Hevkariya bi Ewropayê re yê Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Andrey Kelîn da xuyakirin ku dê Moskow ji bo sîstema parastina moşekan a Îskender li Kalînîngradê bi cî kiriye, hesab nede NATOyê.

Kovara Der Spiegelê nivîsandibû ku Bruksel di Konseya Rûsya-NATOyê de li ser bicihkirina moşekên Îskender hêvî dike daxuyaniyek were dayîn.

Rayedarê Rûsî Andrey Kelîn li ser mijarê ji Spûtnîkê re ragihand, ‘Dê ti daxuyaniyek neyê dayîn. Tiştekê wiha ne mijara gotinê ye.'

Kelîn da zanîn ku dê hevdîtin bi beşdariya nûnerên daîmî û balyozan pêk were û bi bîr xist ku dê li ser mijarên acizî çêkirine guftûgo bê kirin.

Kelîn diyar kir, ‘Rûsya ji bicihkirina çekan a NATOyê li balkanan aciz e. NATO jî ji tetbîqatên Rûsyayê yên Zapad, Kavkav û Kirimê aciz e. Di hevdîtinan de mijar wê şefafbûn, danûstandina fikrî û jiholêkariya metirsiyan be.'

Bi heman mijarî:

Brîtanya: Dijberiya Tirkiye û YPGê ne li gorî berjewendiyên me ye
'Di operasyona Mûsilê de nêzî 4 hezar sivîlan can da'
AK Partî û CHPê ji îdiayên avakirina ‘Dewleta Kurdî’ re bertek nîşan da
Serokomarê Tirk: NATO digel ku mitefîkê me ye, çekan dide teroristan nade me
Tenê PDK beşdarî civîna Ebadî dibe
Rûsya li ser serdana Tillerson a Moskowê dixebite
Etîketan:
NATO, Moşekên îskender, Rûsya, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de