01:09 19 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Sûriyeyê

    Li Sûriyeyê Rûsyayê 17 û Tirkiyeyê jî 10 ihlalên agirbestê tespît kirin

    © AP Photo/ Diaa Hadid
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Sûriyeyê di nava 24seetên dawî de Moskowê 17 û Enqereyê jî 10 ihlalên agirbestê hatin tespîtkirin.

    Navenda şopandina agirbesta Rûsya li Sûriyeyê raporta xwe ya rojane weşand. Li gorî raportê ji Komîsyona Hevpar a Tirk û Rûs, beşa rûsî di nava 24 seetên dawî de li Şamê 7, Lezqiye 5, Der-a 2, Hema 4 û li Îdlîbê jî carekê bi tevahî 17 caran agirbest hate ihlalkirin. Beşa tirk a komîsyonê jî li Şamê 4, Der-a 2 û li Hemayê 4 bi tevahÎ 10 caran ihlala agirbestê tomar kir.

    ‘HERÊMÊN KU TEVLÎ AGIRBESTÊ BÛN GIHÎŞTE HEZAR Û 371 CIHÎ'

    Li gorî daxuyaniya wezareta rûsî hemû ihlalên ku ji terefê beşa tirk ve hatine tomarkirin ji aliyê rûsî ve nehatiye serastkirin.

    Navenda şopandinê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku ji Der-a 2 û ji herêma Lezqiye ya Sûriyeyê jî 1 tevlî peymana agirbestê bûn, bi yên dawî hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihÎşte hezar û 371 cihî.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: 14 herêmên din jî beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûn
    Rûsya: 5 komên muxalîf ên çekdar jî beşdarî agirbesta li Sûriyeyê bûn
    Rûsya, Îran û Tirkiye wê di 6ê Sibatê de agirbesta Sûriyê guftûgo bikin
    Pisporê rûs: Ya giring ew e, agirbesta Sûriyeyê xera nebe
    Rûsya: Me bi Tirkiye û Îranê re agirbesta li Sûriyeyê xurt kir
    Etîketan:
    İhlalên agirbestê li Sûriyeyê, Navenda Şopandina Agirbesta Rûsya li Sûriyeyê, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Hema, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de