21:11 26 Îlon 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: ‘Ji bo Ewropayê dema çarenûsê hatiye'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4211

    Berdevka Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Mariya Zaxarova biryara Ukraynayê ku pêşiya Yuliya Samoylova ya ku wê di pêşbirka stranên Eurovisionê de nûnertiya Rûsyayê bike, girt nirxand û ragihand ku ji bo Ewropayê dema çarenûsê hatiye.

    Zaxarova di peyama xwe ya ku li ser Facebookê parve kir de got: "Ez difikirim ku ji bo Ewropayê dema çarenûsê hatiye, Ewropa bi sepandina biryara Servîsa Ewlehî ya Ukraynayê pêvajoya Mînskê binax kir, Ev an dê alîgirên tûndrev ên Ukraynayê motive bike an jî ji bilî vê yekê bi nirxên Ewropayê re li ser lingan bisekine."

    ‘QANÛN TENÊ BO STRANBÊJA RÛSÎ YE'

    Zaxarova destnîşan kir ku Serwîsa Ewlehî ya Ukraynayê (SBU) di rojên dawî de hemû hêza xwe da ye bo îspat kirina ‘qanûn bo hemû kesan e', "Lê ev yek tene bo stranbêja rûsî hat sepandin. Ji bo sepandina bo welatên din jî niyeta Kievê tine ne."

    ‘GEŞEDANÊN NIHA LI UKRAYNAYÊ TÊN JIYANDIN UTOPÎK IN'

    Zaxarova wiha pê de çû: "Ez nizanim niha kî Kîevê birêve dibe: SBU, serokê dewletê, parlamento. Lê divê kesek ji geşedanên niha li Ukraynayê tên jiyandin utopîk in hay bibe û gav biavêje."

    Berdevka Serwîsa Ewlehî ya Ûkraynayê (SBU) Elena Gitlyanskaya di daxuyaniya xwe ya li Facebookê de got, "Derbasbûna Ûkrayna ya welatiya Rûsyayê Yuliya Samoylovayê ji bo 3 salan hat qedexekirin. Biryar di çarçoveya ku Samoylovayê yaseyên Ûkraynayê bin pê kirine, hat girtin."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Biryara YE ya dirêjkirina mueyîdeyan cihê xemgîniyê ye
    Zaxarova: Bila DYAyê daxuyaniyekê ji bo belgeyên Qaseya Daîreya 7an de bide
    Zaxarova: Berçavkên Lavrov siberojê nîşanê me didin
    Zaxarova: Min efû bikin
    Zaxarova: "Îdîayên ku Rûsya li Qeredaxê amadehiya derbeyê dike kampanya reşkirinê ye"
    Etîketan:
    facebook, peyam, nirxandin, biryar, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de