09:50 21 Îlon 2017
Zindî
    Dîmenên leşkerên Amerîkî li Minbicê

    Izvestiya: Pentagon hevkariya bi Rûsyayê re bihêztir dike

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1720

    Li gor rojnameya Izvestiya ku nûçeya xwe dispêre daxuyaniyên rayedarên Pentagonê (Wezareta Berevaniya Amerîkayê) Amerîka nîyet dike ku hevkariya heyî ya bi Rûsyayê re xurtir bike.

    Berdevkekî Pentagonê Michelle Baldanza ji Izvestiyayê re da xuyakirin, Moskow û Washington derbarê ewlekariya hêzên xwe yên Sûriyê de hevdîtinên payebilind ên girtî pêk tînin û wiha pê de çû: "Hevkariya Rûsya û Amerîkayê ewlehiya firînên qada asmanî ya Sûriyê vedihewîne. Dema pêwîstî pê dibe, Amerîka û Rûsya danûstandina xwe ya asta bilind berdewam dikin. Em bi Rûsan re pevguhertina îstixbaratê nakin, lê ji bo pêşiya qezayan bê girtin di navbera me de xeteke taybet heye."

    WEZARETA BEREVANIYA RÛSYAYÊ HEVKARÎ PIŞTRAST KIR

    Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî danûstandina girtî ya bi Amerîkayxê re piştrast kir û da zanîn ku bi rêyên girtî yên danûstandinê xebatên serkeftî pêk hatine.

    Wezaretê ev agahî dan Izvestiyayê: "28ê Sibatê nûnerê Amerîkî ji bo pêşîgirtina qezayan kordînatên zelal ên muxalîfên ku Amerîka piştgiriya wan dike gihandin Rûsyayê. Ev agahî ji aliyê Rûsyayê ve hatin nirxandin. Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov digel hempîşeyê xwe yê Amerîkî Joseph Dunford 16ê Sibatê û 7ê Adarê li Bakuyê û Antalyayê li ser mijarên ewlekariya Sûriyê û Iraqê danûstandin pêk anîn."

    'HEVKARÎ ZÊDETIR DIBE'

    Cîgirê Komîteya Parastin û Ewlekariyê yê Konseya Federasyona Rûsyayê Frants Klîntsevîç jî ji rojnameyê re ragihand ku hevkariya Rûsya û Amerîkayê ya ji bo pêşîgirtina qezayan li qada asmanî ya Sûriyê, hiştiye ku hevkariya navbera herdu aliyan zêdetir be.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê li Çiyayê Cûdiyê dest bi operasyonê kir
    Peskov: Hişê rayedarên amerîkî tevlîhev e
    Lavrov: Milîtanên Sûriyeyê ji bo xerakirina hevdîtinên Ceneveyê çalakiyên xwe zêde dikin
    Amerîkayê piştrast kir ku ji hewan ve endamên HSDê daxistine Reqqayê
    Etîketan:
    Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de