23:13 20 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Di sala 2016an de ji 15 milyar dolarî zêdetir çek îxraç kirin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1410

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn amaje kir ku wan di sala 2016an de ji 15 milyar dolarî zêdetir îxracata teknolijiya leşkerî kirine û ew bi awayekî biryardar cihê xwe yê di rêza 2emîn a cîhanê de diparêzin.

    Pûtîn di civîna Komîsyona Hevpar a Teknîkî-Leşkerî de axivî û got: "Rûsya rêza xwe ya duyemîn a cihanê di mijara firotina çekan ya sala 2016an de bi awayekê bi xwe bawer diparêze. Sala borî firotina me ya çekan ji 15 mîlyar dolarî borî."

    ‘ME DI SALA 2016AN DE PEYMANÊN BI BIHAYÊN 9.5 MÎLYAR DOLARÎ MOR KIR'

    Serokê rûsî bibîr xist ku ev yek di sala 2015an de di asta 14.5 mîlyar dolarî bû ye û di sala 2016an de jî Rûsyayê peymanên firotinê ku bihayê wan 9.4 mîlyar dolarî ne morkirine.

    ‘EM TEKNOLOJIYA LEŞKERÎ DIFROŞIN 52 WELATAN'

    Pûtîn destnîşan kir ku teknolojiya leşkerî difroşin 52 welatan û wiha pê de çû: "Asta portfoyuna firotina teknîk-leşkerî 50 mîlyar dolarî ye û hevkariya me jî dê dewam bike."

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê ji bo Erebîstana Siûdî firotina çekan qebûl kir
    Pûtîn: Me di firotina çekan de serkeftineke bêhempa bi dest xist
    Wezareta Pêşmerge: ‘Firotina çekan hatine kontrolkirin'
    Brîtanya firotina çekan ji bo Riyadê 100 qat zêde kir
    Etîketan:
    çek, firotin, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de