12:46 25 Îlon 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlin: Îdîayên dibêjin, Fillon pere stendine daku hevdîtinan bi Pûtîn re durist bike

    © AP Photo/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 310

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov diyar kir ku îdiayên dibêjin Namzetê Serokkomariya Fransayê Francois Fillon bi pereyan ji milyarderê libnanî Fûad Mexzûmî û CEOyê Totalê Patrick Pouyanne re civînek bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re durist kiriye derew in.

    Peskov bersiva pirsyarên derbarê îdîayên di çapemeniya Fransayê de cih digirin de da û got: Me ew nûçe dîtin. Ez bi duristî dibêjim, ev wan nûçeyan tîne bîra mirovî yên em bi ingilîz ji wan re 'fake news' dibêjin. Civînên Serokê Dewletê li gorî protokolê tên birêxistin û li wir jî destûr tine ku ti navbeynkar tê de cih bigire."

    TOTAL JI MÊJ VE DI BAZARA RÛSYAYÊ DE YE

    Herwiha Peskovî bi bîr anî ku şîrketa Totalê ji mêj ve li bazara Rûsyayê kar dike û pêdiviya şirketê pê tine ku yekî bike navbeynkar daku bi Pûtînî re bicive lewra ew gotinên ku hinekan ew civîn durist kiriye tewşomewşo ne.

    PÛTÎN BI GELEK VEBERHÊNERAN RE DICIVE

    Derbarê îdîayên ku dibêjin Fûad Mexzûm ki Saint Petersburgê li forumekê bi Serokê Rûsyayê re civiya de, Peskov wiha got: Pûtîn bi gelek veberhênerî re li ser lingan diaxive û wêne jî tên girtin. Pêdivî bi navbeynkaran tine ji bo vî tiştî. Teqez ev hevdîtinên wiha li ser lingan in."

    Rojnameya Fransayê Le Canard Enchaine di nûçeya xwe de îdîa kiribû ku Serokwezîrê berê yê Fransayê Fillon di sala 2015an de 50 hezar euro ji Pouyanne û Mexzûmî stendibûn. Hatibû îdiakirin ku ew civîn li Foruma Aboriyê ya Cîhanî ya Saint Petersburgê pêk hatibû.

     

    Bi heman mijarî:

    Kremlinê ji bo îdiayên guhdarîkirinê daxuyaniyek da
    Kremlinê ji bo planên DYAyê ên 'Kirim', 'Donbass' û 'mueyideyan' daxuyanî da
    Kremlinê rexne li Amerîkayê girtin
    Şîroveya Kremlinê derbarê gengeşeya bidarvekirinê de
    Kremlin mijara operasyonên li Sûriyê zelal kir
    Kremlin: Divê em têkiliyên Rûsya û Brîtanyayê xurt bikin
    Kremlin: Hîn gelek ji hevkariya Amerîka û Rûsyayê re li Sûriyeyê maye
    Kremlin: Zimanê sizayan ê dewletên rojavayî dê ti kêşeyan çareser neke
    Kremlin: Pûtînî sersaxî ji bo Kerîmovî xwest
    Etîketan:
    Patrick Pouyanne, Fûad Mexzûmî, Francois Fillon, Vladimir Pûtîn, Lubnan, Fransa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de