23:00 26 Îlon 2017
Zindî
    Yuliya Samoylova

    Ûkraynayê derbasbûna nûnera Rûsya ya pêşbirka Eurovisionê qedexe kir

    © Foto: Twitter
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1540

    Ûkraynayê pêşiya Yuliya Samoylova ya ku wê di pêşbirka stranên Eurovisionê de nûnertiya Rûsyayê bike, girt.

    Berdevka Serwîsa Ewlehî ya Ûkraynayê (SBU) Elena Gitlyanskaya di daxuyaniya xwe ya li Facebookê de got, "Derbasbûna Ûkrayna ya welatiya Rûsyayê Yuliya Samoylovayê ji bo 3 salan hat qedexekirin. Biryar di çarçoveya ku Samoylovayê yaseyên Ûkraynayê bin pê kirine, hat girtin."

    Rayedarên Ûkraynayî berê jî ji ber ku Samoylovayê li Kirimê konser dabû, gotibûn dibe ku derbasbûna wê ya ji bo Ûkraynayê were qedexekirin.

    Rayedarên Ûkraynayî diparêzin ku kesên bêyî destûra Kievê biçin Kirimê yaseyên Ûkraynayê bin pê dikin.

    Dihat payîn ku Samoylova ji bo hilbijartinên Eurovisionê wê di 11ê Gulanê de li Kievê derketa ser dîkê.

    Bi heman mijarî:

    Stranbêjê herî ciwan ê Eurovisionê li Rûsyayê hatiye dinê
    Yuliya Samoylova di Eurovisionê de wê Rûsyayê temsîl bike
    Hetîketiya gendeliyê di amadekariyên Eurovisionê de
    Logoya Ûkrayna ya Eurovisionê bû sedema nîqaşê
    Rûsya di Eurovisionê de bû 3emîn
    Etîketan:
    qedexekirin, Pêşbirka Stranên Eurovisionê, stranbêja Rûsî, Yuliya Samoylova, Kiev, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de