12:51 25 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Peskov: Bi dehan welat behsa DAIŞê dikin, lê Rûsya şerê DAIŞê dike

    © AP Photo/ Mohammad Hannon, File
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 710

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir dema ku bi dehan welêt hêj behsa DAIŞê dikirin, Rûsya bi şev û roj şerê DAIŞê dikir.

    Peskov têkildarî konferansa têkoşîna li dijî DAIŞê a ku îro wê li Washintonê dest pê bike de axivî. Peskov derbarê konferansa ku wê Rûsya beşdar nebin de wiha axivî: "Hêj ku bi dehan welêt behsa şerê li dijî DAIŞê, dikin, Rûsya şev û roj li dijî DAIŞê têdikoşe û şer dike."

    ‘GER HEVKARIYEKE BERFIREH A NAVNETEWÎ NEBE, ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞÊ JÎ NE MIMKUN E'

    Li ser pirsa ‘gelo beyî Rûsyayê wê li dijî DAIŞê ti serkeftinek çêbibe an na?' Peskov got: "Bêyî hevkariyek berfireh a navnetewî, serkeftina li dijî DAIŞê jî ne mimkun e."
    68 endamên koalisyona neteweyî wê bi serkêşiya DYAyê di 22-23ê Adarê de li Washingtonê di konferansa têkoşîna li dijî DAIŞê bên ba hev.

    Konferans ji aliyê Wezîrê Karên Derve ê DYAyê Rex Tillerson ve hate sazkirin û wê tê de behsa şerê DAIŞê a li Sûriye û Iraqê bê kirin.

    Wezareta Karên Derve a Rûsyayê ji ber ku berê jî beşdarî konferansek bi vî rengî nebûbû, bo vê konferansî jî ti nûner neşand û beşdar nebû.

    Rûsya ji Îlona sala 2015an de heta niha li Sûriyeyê şerê li dijî DAIŞê dike.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Hişê rayedarên amerîkî di mijara ‘mudaxaleya rûsan de' tevlihev e
    Peskov: Bazara genim bi Tirkiyeyê ne sînorkirî ye
    Peskov: Girêdana Kirimê ya bi ser Rûsyayê ve bû rizgariya Kirimiyan
    Peskov: Kêmkirina kirîna genim a Tirkiye ji Rûsyayê wê bandorê li têkiliyan neke
    Peskov: Em rêveberiyeke dikare têkoşîna terorê bike ji bo Libyayê dixwazin
    Etîketan:
    şerê li dijî daişê, têkoşîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de