19:57 22 Îlon 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov- Demokratik Kongo Cumhuriyetli mevkidaşı Leonard She Okitundu

    Lavrov: Ji bo kurd beşdarî Ceneveyê bibin, em diyaloga xwe ya bi Tirkiyeyê re didomînin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7330

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ji bo kurdên rojava beşdarî hevdîtinên Sûriye yên li bajarê Ceneve yê Swîsreyê bibin, ew diyaloga xwe ya bi Tirkiyeyê re berdewam dikin.

    Lavrovê ku piştî hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Karên Derve yê Komara Kongo ya Demokratîk re Jean-Claude Gakosso civîna çapemeniyê li dar xist, rastî pirseke li ser beşdarbûna kurdan a hevdîtinên Ceneveyê bû.

    Lavrov got, "Çareseriya ji bo mijara kurd a ku wê karibin çawa beşdarî hevdîtinên Ceneveyê bibin, gelekî girîng e" û wisa berdewam kir: "Lê kirina vê yekê pir hêsan nîn e. Em helwesta Tirkiyeyê dizanin. Em ê bi hemkarên xwe yên Tirk re, hevdîtinên me yên li Astanayê jî di nav de, li çareseriya vê mijarê bigerin. Nabe ku ev mijar were taloqkirin, çawa ku nabe were gotin kurd nikarin beşdarî pêvajoya Ceneveyê bibin."

    Lavrov her wiha got peywireke girîng a Nûnerê Taybet ê Sûriye yê NY Steffan de Mistura jî ew ku kurdan beşdarî hevdîtinên Ceneveyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov rojbûna xwe li hewa pîroz kir
    Lavrov: Cîhan hêdî hêdî dikeve serdema 'piştî Rojava'
    Lavrov û Çavuşoglu pêvajoya Astanayê axivîn
    Lavrov: Em hewl didin fêm bikin bê çima dijberên çekdar beşdarî Astanayê nabin
    Etîketan:
    diyalog, Tirkiye, beşdarbûn, kurd, hevdîtinên Ceneveyê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Komara Kongo ya Demokratîk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de