11:45 21 Îlon 2017
Zindî
    Fêkî û sewze

    Îzvestiya: Rûsya qedexeya li ser îtxalata firîngiyên Tirkiyeyê ranake

    © AFP 2017/ MARWAN NAAMANI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Rojnameya Îzvestiyayê ragihand ku ajansa venêrîn a berhemên çandinî ya rûsî (Rosselhoznadzor) qedexeya ser îtxalata firîngî, xiyar, sêv û hirmiyên Tirkiyeyê ranake.

    Berdevka Rosselhoznadzorê Yuliya Melano di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Îzvestiyayê de got: "Di plana Rosselhoznadzorê de qedexeya rakirina berhemên çandinî yê Tirkiyeyê tuneye."

    Herwiha berpirsekî Wezareta Çandinî ya Rûsyayê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo nîqaşa rakirina qedexeyên berhemên çandinî yên li dijî Tirkiyeyê divê pêşî mueyîdeyên li ser Rûsyayê werin rakirin.

    Ji aliyê din ve çavkaniyeke din ji Rosselhoznadzorê ragihand ku di be di meha nîsanê de ji bo rakirina qedexeyan em heyetekê bişînin Tirkiyeyê. Çavkaniyekî din jî ku nêzî ajansê ye ragihand ji bo Tirkiye navê Rûsyayê ji lîsteya dewletên ku genim jê dihat îxraçkirin deranî çûna heyete hate betalkirin.

    Tirkiyeyê di 15ê Adarê de navê Rûsyayê ji nava lîsteya dewletên ku bêbace genim jê îxraç dikir deranîbû. Ev jî tê vê wateyê ku Tirkiye ji vir û pê ve wê ji sedî 130 bacê ji îxraca genim a Rûsyayê bistîne û rojnameya Kommersantê jî ev bi ‘qedexeya fiîlî' bi nav kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya qedexeya hinek berhemên çandinî yên Tirkiyeyê rakir
    Rûsya careke din venêrînerên xwe yên çandinî dişîne Tirkiyeyê
    Ji bo îtxalata berhemên çandinî yên Tirkiyeyê şertekî Rûsyayê heye
    Venêrên çandinî yê rûsî: "Tirkiye daxwazên me fêhm nake"
    Rosselhoznadzor wê li Tirkiyeyê kontrola berhemên çandinî bike
    Etîketan:
    Rojnameya Îzvestiyayê, ajansa venêrîna berhemên çandinî ya rûsî (Rosselhoznadzor), Yuliya Melano, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de