10:31 20 Îlon 2017
Zindî
    Halep- Suriye- Rusya

    Le Monde: Hatina leşkerên Rûsî bo Efrînê dawîhatina Mertala Firatê ye

    © REUTERS/ Ali Hashisho
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12751

    Rojnameya Fransî Le Monde diyar kir, xuyabûna leşkerên Rûsî li Efrînê tê wê wateyê ku Rûsya dixwaze rola xwe ya diyarker a di çareserkirina şerê Sûriyê de nîşan bide.

    Di nivîsê de hat diyarkirin ku hatina leşkerên Rûsî bo Efrînê tê maneya dawîhatina operasyona Mertala Firatê ya Tirkiyê û wiha hat gotin: "Niha hemû aliyên ku operasyon pêşve biçe hatin blokekirin: Li başûr Artêşa Sûriyê, li rojava leşkerên Rûsî hene. Rûs di herêma tampon a navbera YPG û leşkerên tirk de bi cî bûn."

    Vîdyoya ku leşkerên Rûsî li Efrînê hatibûn xuyakirin, ji aliyê xebatkarê Navenda Xebatên Kurdî ya li Almanyayê Newaf Xelîl ve ji ajansa Spûtnîkê re hatibû şandin.

    Di vîdyoyê de xuya dibe ku wesayîtên persolan ên zirxî û wesayîtên zirxî yên Tigr ber bi Efrînê de diçin. Li ser wan wesayîtan jî nîşaneyên ku ew yên Rûsyayê ne hene.

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Trump bo senatoran: Em bi ser nekevin hûnê qoltixên xwe winda bikin
    Îsraîl: Me ji bo operasyonên Sûriyê Pûtîn agahdar kiriye
    Karê nû yê dozger Bharara diyar bû
    Vitaliy Çûrkîn li NYyê hat bibîranîn
    Xirîstiyan û Suryanên Herêma Kurdistanê tevî Kurdan Newroz pîroz kir
    Gundekî din yê Reqqayê hat rizgarkirin
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê îstîfa kir
    Parlamentarê CHPê: Ma em dikarin ji yên bibêjin ‘Erê’ re bibêjin Barzanîcî ye?
    Etîketan:
    Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de