16:18 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Bazara genim bi Tirkiyeyê ne sînorkirî ye

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1610

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji bo ku Tirkiyeyê Rûsya ji lîsteya welatên îtxala bêbac a genim derxist got, “Hûn dizanin bazara genim tenê bi Tirkiyeyê ne sînorkirî ye.”

    Di civîna çapemeniyê de ji Peskov mijara ku Tirkiyeyê Rûsya ji lîsteya îtxala bêbac a genim hat derxistin, pirsîn.

    Peskov ji bo pirsê got, "Hûn dizanin bazara genim tenê bi Tirkiyeyê ne sînorkirî ye. Ev bazareke cîhanê ya gelekî berfireh û bicihbûyî ye. Girtina hinek beşên di bazarê de tê wê wateyê ku ew mîqdarê din wê derbasî beşên din bibe. Ev pêvajoyeke aborî ya normal e."

    Tirkiye di 15ê Adarê de Rûsya ji lîsteya welatên ku îtxala bêbac a genim tê kirin, derxistibû.

    Ev tê wê wateyê ku Tirkiye ji bo genimê ku ji Rûsyayê tê îtxalkirin bi rêjeya ji sedî 130an bacê bigire.

    Rojnameya Kommersantê nivisîbû ku ev ‘qedexeyeke fiîlî' ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Îthalatvanên Tirk piştrast kir ku Enqere ji Rûsyayê genim nakire
    Wezareta Ekonomiyê a Tirkiyeyê, nûçeya derbarê îxracata genim derewand
    Peskov: Kêmkirina kirîna genim a Tirkiye ji Rûsyayê wê bandorê li têkiliyan neke
    FT: "Dibe Rûsya bibe îxracvanê genim ê herî mezin"
    Etîketan:
    sînorkirî, Tirkiye, bazar, genim, Berdevkê Kremlînê, Dmitriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de