06:54 26 Îlon 2017
Zindî
    Hêzên Deryayî yên Japonyayê

    ‘Heke Japonya û Koreya Başûr çekên nûkleerî bi dest bixin dibe rastî mueyîdeyan werin'

    © Sputnik/ Vitali Ankov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 601

    Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyon a Rûsyayê Vladimîr Cabarov heke Japonya û Koreya Başûr çekên nûkleerî bi dest bixin dibe rastî mueyîdeyan werin.

    Dîplomatê rûsî Vladimîr Cabarov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Heke Japonya û Koreya Başûr jî weke Koreya Bakur çekên nûkleerî bi dest bixin li gorî îhlala Peymana Pêşgirtin û Belavbûna Çekên Kîmyewî dibe rastî mueyîdeyan werin."

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku ji bo Seul û Tokyo bikaribin li hemberî bernameya nûkleerî ya Pyongyangê derkevin ew jî dikarin bibin xwediyê çekên kîmyewî.

    Vladimîr Cabarov di axaftina xwe de got: "Di vê rewşê de em wekî Rûsyayê em ê Peymana Pêşgirtin û Belavbûna Çekên Kîmyewî bi bîra wan bînin û dibe Japonya û Koreya Başûr jî weke Koreya Bakur rastî mueyîdeyên navneteweyî werin."

    Cabarov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ne gengaz e peyvên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ji terefê civaka navneteweyî ve were pejirandin."

    Bi heman mijarî:

    'Êrîşên çekên kîmyewî yên Mûsilê parçeyek ji şerê enformasyonê ye'
    Rûsya: Qanûna NY ya li Sûriyê bikaranîna çekên kîmyewî nayê qebûlkirin
    Rûsya: Rapora bikaranîna çekên kîmyewî, îtibara HRWê serobinî hev dike
    OPCW dê li Helebê lêkolînê li ser delîlên bikaranîna çekên kîmyewî bike
    Konaşenkov: Em ê encamên analîzên bermayiyên çekên kîmyewî ji RQÇKê re bişînin
    Etîketan:
    Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Konseya Federasyon a Rûsyayê, Rex Tillerson, Vladimîr Cabarov, Japonya, Koreya Bakurî, Koreya Başûr, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de