19:17 19 Mijdar 2017
Zindî
    HSD

    'Hevkariya me bi Kurdên Sûriyê re heye, lê em berjewendiyên Tirkiyê li ber çav digirin'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4910

    Cîgirê Parastin û Ewlekariyê yê Konseya Federasyona Rûsyayê di Parlamena baskê jorîn de Frants Klîntsevîç ragihand ku ew bi kurdên Sûriyê re hevkariyê dikin û got, ‘Herhiwa ligel vê yekê em berjewendiyên Enqereyê li ber çav digirin.’

    Senatorê Rûsî ji medya Rûsî re wiha axivî: "Helbet têkiliyên me bi grubên Kurd re hene û hin peymanên me jî hene. Rûsya bi awayekî beramber bi kurdên Sûriyê re hevkariyê dike, lê ligel vê jî berjewendiyên Enqerê û aktorên din li ber çavan digire. Divê ev jî bê fahmkirin: Avakirina baregeheke leşkerî ya Rûsî li bakurê Sûriyê asteke cuda ya pêwendiyê dixwaze. Tekane deshilata rewa li Sûriyê, dewleta Sûriyê ye. Rûsya jî peymanên bi wî rengî tenê dikare bi deshilata meşrû ya Sûriyê re girê bide."

    'HER TIM BERJWENDIYÊN ME BI AMERÎKA, TIRKIYE Û KURDAN RE LI HEV NAKIN'

    Senatorê Rûsî destnîşan kir, li herêmê her tim berjewendiyên Rûsyayê bi Amerîka, Tirkiye û grubên Kurd re li hev nakin û got, ‘Bi tevgereke nişka ve dibe ku ew modela hevkariya têkoşîna dijî terorîstan a ku hîn baş ava nebûye, xera bibe. Wek prensîb helwest û plana me ya neguher li holê ye: Em Sûriye jî tê de, li hemû dinyayê amade ne bi hemû hêzên ku bi rastî têkoşîna terorê bikin re hevkariyê bikin. Li vir dema biryar tê standin, gelek rewşên şênber li ber çavan tên girtin."

    Bi heman mijarî:

    Li Hollandayê pîrozbahiya Newrozê
    Parlamentarê Rûsî: Me S-400 ji Çînê re şandin Tirkiye di dorê de ye
    Koreya Bakur: Em ji daxuyanîyên Amerîkayê natirsin
    Di balafira ketî de ti kesî jiyana xwe ji dest neda
    Li Meletiyê pevçûn: 2 kesan can da, 8 kes birîndar bûn
    Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî konferansa UNESCOyê bû
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de