11:34 23 Hezîran 2018
S-400

Parlamentarê Rûsî: Me S-400 ji Çînê re şandin Tirkiye di dorê de ye

© Sputnik / Sergei Malgavko
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Cîgirê Serokê Komîsyona Polîtîkayên Aboriyê yê baskê jêr ê Dumaya Parlamena Rûsyayê Vladimîr Gutenev da xuyakirin ku wan dest bi şandina sîstema parastina moşekan a S-400an bo Çînê kiriye û di dorê de jî ‘Hindîstan û Tirkiye’ hene.

Parlamentarê Rûsî ji radyoya Rûsî Eho Moskvi re wiha axivî: "Me beşa yekem a S-400an bo Çînê rê kir. Niha Hindîstan û Tirkiyê di dorê de ne."

Li gor medya Rûsî hîn Rosoboroneksport û Servîsa Rûsyaya Federal a Hevkariya Teknîkî ya Leşkerî li ser mijarê ti daxuyaniyek nedaye.

Di sala 2015an de li ser kirîna S-400an Çîn û Rûsyayê li hev kiribû.

Baldariya ser S-400an a welatekî mîna Tirkiyê ku endama NATOyê ye, li raya giştî ya cîhanê bûbû mijara rojevê û li ser pêwendiya Tirkiye û NATOyê nîqaş destpê kiribûn.

Bi heman mijarî:

Esad: Alîkariya leşkerî ya Rûsyayê têr dike
Di balafira ketî de ti kesî jiyana xwe ji dest neda
'Iraq bilindikirina ala Kurdistanê li Kerkûkê red dike'
Li Meletiyê pevçûn: 2 kesan can da, 8 kes birîndar bûn
Pîrozbahîyên Newrozê li Herêma Kurdistanê berdewam in
Kurtulmuş: Dê Rûsya û Amerîka biryara xwe ji nû ve binirxînin
Etîketan:
Çîn, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de