20:18 24 Hezîran 2017
Zindî
    Beşar Esad

    Parlamentarên Rûsî û Ewropî bi Esad re li ser avakirina komîyona destûrê axivîn

    © Foto: SANA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1441

    Serokê Komîsyona Pêwendiyên Navnetewî yê baskê jêr ê Dumaya Parlamena Rûsyayê Leonid Slutskiy diyar kir, parlamentarên Rûsî û şandeya Komîsyona Meclîsa Parlamentaran a Ewropayê, digel Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad ji bo avakirina komîsyona parlamena Sûriyê danûstandin kirine.

    Slutskiy ji rojnamevanan re got, parlamentarên Rûsî û Ewropî yên ku li Şamê bi Esad re hatine ba hev piştgiriyê didin avakirina komîsyonê û wiha pê de çû: "Me li ser hûrgiliyên pêvajoya çêkirina destûrê û avakirina komîsyona destûrî danûstandin kir. Emê li ser vê mijarê bi Seroka Parlamenê Hediye Ebas re jî biaxivin."

    Slutskiy destnîşan kir ku dê avakirina komîsyona destûrê guherîneke baş li ser dîyaloga çareseriya Sûriyê pêk bîne û diyar kir ku li platforma Cenevê jî danûstandin li ser avakirina komîsyoneke xebatê ya taybet bo mijarên destûrî hatine kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Rûsyayê bi wesayîtan korlîng hat lîstin
    Barzanî: Ji bo çareserkirina kêşeyan divê hemû alî bibin yekdeng
    YEyê derbarê bilindkirina wêneyên Ocalan de daxuyaniyek da
    Die Welt: Aboriya Rûsyayê ji Herêma Euroyê bi ewletir e
    YPG: Me bi Rûsyayê re peymana hevkariyê îmze kir
    Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê bangî Balyozê Îsraîlê kir
    David Rockefeller jiyana xwe ji dest da
    Kurdên Lubnanê, Newrozê pîroz kirin
    Etîketan:
    Sûriye, Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de