23:13 23 Adar 2017
Zindî
    Wezareta Parastin a Rûsyayê

    Rûsya: Plana me ya avakirina baregeheke leşkerî li Efrînê tine ye

    © AP Photo/ Mikhail Metzel
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8312

    Wezareta Parastina Rûsyayê îdiayên ku Rûsyayê bi YPGê re derbarê avakirina baregeheke leşkerî li Efrînê de peymanek îmze kiriye red kir.

    Wezaretê destnîşan kir ku agahiyên derbarê avakirina baregeha leşkerî ya li Efrînê ji bo perwerdehiyê, ne rastin.

    ‘ŞAXEKE NAVENDA ŞOPANDINA AGIRBESTÊ VEDIBE'

    Wezaretê eşkere kir, li herêmên ku Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û hêzên kurdan hatin hemberî hev, şaxeke Navenda Şopandina Agirbestê ya li Sûriyeyê yê Rûsyayê bê avakirin.

    ‘ŞAKA KU LI EFRÎNÊ BÊ VEKIRIN DÊ PEYWIRA BERGIRIYA ÎXLALÊN AGIRBESTÊ BIKE'

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, "Bo bergiriyên agirbestê li herêmên nêzî Efrînê ku hêzên ASAyê û hêzên kurd hatine hemberî hev, şaxê Navenda Şopandina Agirbestê dê vebe."

    Li gorî nûçeyên ku di çapameniyê de cih girtibûn, hatibû îdikarin ku Rûsya dê li Efrînê baregeheke leşkerî ava bike û perwerdehiyê bide YPGê.

    Bi heman mijarî:

    Istixbarata DYAyê:Tu delîlên peywendiyên Trump û Rûsya de tune ne
    Rûsya û Fransa ji bo hevkariya hevdîtinên Cenewê li hev kir
    Rûsya: Derew e ku em ê Kirimê teqes bikin
    Rûsya 6 Tirkiyeyê jî 11 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    ‘Rûsya dixwaze ji Meksîkayê zêdetirî rêjeya îxracatê goşt bistîne’
    Rûsya dîroka navgîna fezayî ya nû ku li şûna Soyûzê bigire da
    Etîketan:
    plan, navend, ava kirin, avakirin, şopandin, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de