20:31 25 Adar 2017
Zindî
    Aleksandr Gruşko

    Gruşko: Zêdebûna hebûna NATO ya li ser sînorên Rûsyayê, dibe bibe sedema xwebiçekirinê

    © Sputnik/ Grigoriy Sisoev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 320

    Nûnerê Daîmî yê Rûsya yê li NATOyê Aleksandr Gruşkoyê ku ji bo Sputnikê axivî, diyar kir ku komên leşkerî yên NATOyê nêzîkî Rûsyayê bûne û got dibe ku ev bibe sedema pêşbirka xweçekdarkirinê.

    Nûnerê Daîmî yê Rûsya yê li NATOyê Aleksandr Gruşko got NATO bi zêdekirina hebûna xwe ya li ser sînorên Rûsyayê dibe sedema rastiyekê û dibe ku bibe sedema pêşbirka xwebiçekkirinê.

    Gruşko ji bo Sputnikê axivî û ev tişt gotin, "Bi zêdekirina hebûna leşkerî, yanê bi giştî bergiriyên zêde û tetbîqatên leşkerî û perwerdehiyên din ên ku NATO hema hema her roj li ser sînorên me li dar dixin, dibe sedema rastiyekê. Em ji serdema ‘Şerê Sar' dizanin ku siyaset û planên leşkerî yên wisa dibe ku ber bi pêşbirkeke xweçekirinê ve biçe."

    ‘NATO NÊZÎKÎ SÎNORÊN RÛSYAYÊ DIBE'

    Her wiha Gruşko bal kişand ser ku komên leşkerî yên NATOyê nêzîkî Rûsyayê dibin û got, "Ji bo berfirehkirina tora baregehên hewayî xebat tên kirin û ji bo peymana rêyên ku sewqiyata hêza leşkerî asteng bike û rakirina sînordarkirinên burokratîk xebatan dimeşîne."

    Gruşko derbirî ku ji aliyê rojhilatê ve çar beşên leşkerî hatin sewqkirin û got, "Ev rêbaza nerehetkirin a hevkarên Amerîkayê ye. Li baskê rojhilat bi sewqiyata yekîneyên Belçîka, Almanya û Holandayê tê bi hêzkirin. Li Bukreş (Romanya) û Szczecin (Polonya) du navend hat avakirin û heşt hucreyên koordînasyonê hatin pêkanîn. Li welatên Balyikê baregeheke wan hebû, lê niha 3, heta çar in… Ev dide nîşan ku NATOyê li welatên Baltikê û Behra Reş hebûna xwe ya leşkerî zêde kiriye."

    Gruşko derbirî ku divê ev mijar him di warê siyasî him jî di warê leşkerî de ber çavan bikire.

    Bi heman mijarî:

    Gruşko: NATO her çîroka tirsê bi kar tîne daku Rûsyayê wek şeytanî nîşan bide
    Pûtîn: NATO dixwaze Rûsyayê bikişîne nava şer û pevçûnan
    Lavrov: Berlîn dixwaze xebatên Konseya NATO û Rûsyayê zindî be
    Gruşko: "Em ê bersiva planên NATO yên Deryaya Reş bidin"
    'Trump difikire ku NATO li gor mebesta avabûna xwe tevnagere'
    Etîketan:
    pêşbirka xwebiçekirinê, Nûnerê Daîmî yê Rûsya yê li NATOyê, Aleksandr Gruşko, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de